Arşîv

Jinên Şedadê piştgiriya xwe ji YPJ`ê re ragihand

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û ji bo piştgiriya bi şervanên YPJ`ê re, bi dirûşma “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” jinên rêveberiya sivîl û saziyan li navçeya Şedadê kom bûn da ku bi navê Kongreya Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê ji raya gistî re parve bikin.

Jinan alên YPJ`ê û pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “QSD îradeya me ye”, “Şer tundiya herî mezin e, şer bisekinînin” rakirin.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongreya Star a li navçeya Şedadê Emîre El-Seed ve hat xwendin. Emîre di destpêka daxuyaniyê de bang li jinan kir ku li hemberî êriş û komkujiyên li ser jinan û zarokan li cîhanê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet tên kirin, li kêleka hev bisekinin.

Emîre her wiha tekez kir ku berxwedana jinan piştgiriya bi YPJ`ê re ye û wiha axivî: “Berxwedan berdewam e. Divê em piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin bikin ku ji destpêka avakirina xwe ve, hebûna xwe li çeperên şer û di têkoşîna li dijî dagirkerî û terorîstan de îspat kir.”

Emîre hemû sazî û rêveberiyên herêmî û cîhanî yên ku piştgirî dan rola jinan di hemû qadan de û bi taybetî di Berxwedana Rûmetê de ku parastina nasnameya jinan û gelê xwe kirin, spas kir. Di dawiya daxuyaniyê de, Emîre bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sûcên artêşa Tirk ên li dijî jinan û zarokan ku ji bo qirkirin û koçberekirina şêniyan çekên qedexekirî bi kar anîn, bisekinînin.

Daxuyanî bi sloganên piştgiriya YPJ`ê û şermezarkirina dagirkeriyê, bi dawî bû.

Back to top button