Arşîv

Jinên Qamişlo: YPJ keçên me ne û hêz û sembola me ne

Duh li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên piştevaniya YPJ`ê li dar ketin. Jinên beşdarî van meşan bûn, diyar kir ku YPJ parastina jin û zarokên hemû pêkhateyên herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk û beriya wan çeteyên DAIŞ`ê kir, her wiha gotin ku berxwedana YPJ`ê hêza berxwedanê ji bo parastina jinan û pêkanîna azadiya wan e.

Şêniya bi navê Sureya Cuma ku beşdarî meşe bû ku duh ji stasyona rojhilat li taxa Enteriyê dest pê kir û di kolanên taxê re meşiya û diyar kir ku YPJ`ê parastina jin û zarokên li herêmê kir û wiha got: “Ji ber vê yekê em ê bibin piştevanê wan, YPJ`ê parastina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, em ji vê hêzê re dibêjin hûn ne bi tenê ne, hûn hêz û sembola me ne.”

Sureya Cuma wiha domand: “Yekîneyên Parastina Jin ji hêzekê wêdetir e, ew keçên me ne û parastina me dikin, em bi rih û xwîna xwe bi wan re ne.”

Her wiha Sureya Cuma êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir.

Xaliya Silêman jî axivî û wiha got: “YPJ serbilindiya me ye, tu jiyan ji bilî wan tune ye, heta dawiyê em piştevanên wan in.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27