Arşîv

‘Komkujiya Til Rifetê wehşeta artêşa Tirk nîşan dide’

artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2`yê Kanûnê de navçeya Til Rifetê topbaran kir û li dijî şêniyên Efrînê ên koçî herêma Şehbayê bûne, komkujiyek pêk anî. Di komkujiyê de 10 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok in.

Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê, daxuyaniyek parve kir û komkujiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li navçeya Til Rifetê şermezar kir.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Minbicê wiha ye:

“Bi navê jinên Minbicê, em kiryarên wehşî û destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên herêma Şehbayê şermezar dikin. Ev komkujiya ku zarokên bêguneh bûn qurbaniyên wê, wehşeta dewleta Tirk a xwînxwar nîşan dide. Ev komkujî ne sûcê yekê ye, beriya wê gelek komkujî li herêmên me di nava bêdengiya cîhanê de, hatin kirin.

Em ji cîhanê re diyar dikin ku dîroka dewleta Tirk tijî kuştin û xwîn e. Niha dem hatiye em sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deynin. Ji ber vê em bang li civaka navdewletî dikin ku li hemberî komkujiya Til Rifetê bê deng nemînin û li rejîma Tirkiyê ya xwînxwar zor bikin ku kuştina şêniyên herêmê ku dixwazin bi aramî bijîn, bisekinîne.

Em ji malbatên qurbaniyên komkujiyê re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku em ê ji rejîma Tirkiyê hesabê xwîna zarokên xwe bixwazin. Bimire faşîzm.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27