Arşîv

YPJ’ê nasnameya 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YPJ’ê de ev hate gotin:

“Em di şexsê şehîd Zenûbiya, Silava, Nûda, Aryen, û Avaşîn de, şehîdên Berxwedana Rûmetê û zarokên ku li Til Rifetê di encama êrîşeke xedar de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin. Li hemberî lehengî û ruhê fedaî yê şehîdên şoreşa azadiyê soza tolhildanê ya me daye, em careke din nû dikin. Em êşa malbatên her 12 hevalan û malbatên zarokên hatin qetil kirin, parve dikin û sersaxiyê ji wan re dixwazin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên xwe yê dagirkeriyê, faşîzane, qirker bêrawestan dewam dike. Bi hevkarên xwe re pilana wan ev e ku gelên Sûriyeyê qir bikin û serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide. Êrişa hovane ya herî dawî li ser gelê me yê Efrînê û hedef girtinazarokan, hêrs û kîna xwe li ser gelê me dide der. Xeta şehîdên me li hemberî vê plangeriya qirker ya dewleta Tirk xeta mezinkirina tekoşînê ye. Xeta parastina welat û destkeftiyên şoreşa bi xwîna şehîdan ava bûyî ye.

Hevrê Zenubiya, hevaleke me ya ji Minbicê bû. Di dema ku çeteyên DAIŞ’ê Minbic dagir kiribûn, bavê wê di encama bombardûmanekê de hatibû kuştin. Birayê wê jî ku piştî rizgarkirina Minbicê cihê xwe di nava hêzên asayîşê de digirt, di encama teqîna çeteyan de tevlê karwanên şehîdan bûbû. Rêhevala me Zenubiya, ji bo tola bav, bira û hevalên di rizgarkirina Minbicê de şehîd bûn, hilîne tevlî nava refên YPJ bû. Bi ked û fedekariyeke mezin di şerê Berxwedana Rûmetê de cih girt û bû yek ji sembol û pêşenga tekoşînê. Heval Nûda hevaleke me ya Ereb bû û ew jî ji Minbicê bû. Ew û birayê xwe mil bi mil di nav refên tekoşînê de ji bo parastina gelê xwe û welatê xwe kedek mezin dan. Rêheval Nûda, di temenê xwe yê ciwan de biryar da ku beşdarî nava refên me bibe. Ji bo xwe bigihîne kesayeta jina azad her tim di nav lêgerîn û kedeke mezin da bû. Rêheval Aryen, Silava û Avaşîn, li Serê Kaniyê di şerê Berxwedana Rûmetê de, bûn xwedî ked û fedekariyên mezin. Ev hevalên me di alaya xweser ya şehîd Zîlan Efrîn de cihê xwe digirtin û di taxa Hewarna ya bajarê berxwedêr Serêkaniyê de li hemberî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker destaneya fedekarî û lehengiyeke mezin nivîsandin. Li ser şopa pêşeng û fermandara Berxwedana Serdemê şehîd Zîlan Efrîn, ruhê tolhildanê mezin kirin.

Êdî şoreşa me di şexsê jina Kurd û Ereb de îfadeya xwe di yekîtiya xwûşk û biratiya gelê Kurd û Ereb de şênber kiriye. Ev heqîqet bi saya pêşengî û qehremaniya şehîdên me derkete holê. Di şexsê van şehîdên me de plangeriya dewleta Tirk ya gelan bi hev dide reşkirin vala derketiye.

Weke şopdarên xeta şehîdan, ji bo em xewn û xeyalên şehîdên me ya yekîtiya gelan mayînde bikin, em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Her şehîdek biryardariya me ya tekoşînê hîn xurtir dike. Me tekoşîna xwe li ser xeta şehîdan mezin û fireh kir. Em ji niha û pêde ji bo xwedî li vê keda mezin ya şehîdên xwe derbikevin çi berdêl ji me were xwestin em ê bidin.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê her 5 rêhevalên jin de, hevalên bi wan re şehîd bûne, şehîdên Berxwedana Rûmetê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Ji malbatê wan re, gelê me yê Efrînê û hemû gelê me yê berxwedêr yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27