Arşîv

Dayika şehîd Hevrîn: Dewleta Tirk ji îradeya jinên azad ditirse

Îro Buroya Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê di çaroçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de semînerek li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Li hola semînerê wêneya sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û wêneyên zarokan ku di bombebarana Tirkiyê ya li ser navçeya Til Rifetê de şehîd bûn û pankartên “Îradeya me ji şîdeta we mezintir e, dagirkerî şîdet e, bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkeriyê têk bibin” daliqandin.

Di semînerê de endamên Buroya Jinan a Rêveberiya Xweser, endamên Yekitiya Jinan a Sûriyê û jinên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, her wiha dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa amade bûn.

Endama Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Semîre El-Ezîz bixêrhatina beşdaran kir, paşê dayika şehîd Hevrîn Xelef axivî û wiha got: “Ez bi hevalên keça xwe serbilind im, ew li her derê ne, hemû li ser rêya Hevrînê ne, ew di rêya berxwedanê de ne û di karê xwe dimeşînin.”

Sûad Mistefa wiha pê de çû: “Ne dagirkeriya Tirk û ne jî çeteyên wê û ne jî tu dewletên cîhanê dikaribûn îradeya jinên azad bişikînin û ne jî dikaribûn destkeftiyên me ku bi saya şehîdan pêk hatin, birûxînin, em ê şîdetê têk bibin, tiştê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi keça min kirin, delîl e li ser bêhêzbûna wan li hember îradeya jinên azad.”

Paşê endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sûad Xelo axivî û behs şîdeta li dijî jinan û sedemên wê kir, her wiha qala nezanîna civakê bi mafên jinan û zeyîfbûna zanabûna jinan, avakirina civakê û sedemên aborî kir.

Sûad qala cureyên şidetê kir û da zanîn ku di nav cureyan de pîskirina laş, pîskirina atîfiyeta jin, destdirêjî, zeyîfkirina psîkolojî, xapandina aboriyê û pêskirina çandî û olî û paşguhkirina perwerde û tenduristiyê.

Sûad Xelo îşaret bi gelek rêyên ji bo têkbirina şidetê li dijî jinan kir û got ku zagonên bersivdayînê di pêkanîna cezayan, madeyên destûrê yên mafên jinan misoger dike, hewldana zanakirina civakê der barê rastiya jinan, girîngiya partiyên siyasî û rêxistinên jinan û saziyên mafnasî rola xwe bilîzin û zanabûna di nav jinan û civakê de belav bikin.

Her wiha Sûad diyar kir ku jin û di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikaribû aloziyê derbas bikin û destkeftiyên mezin bidest bixin, weke beşdarbûna di meclis, rêveberiyan û heta hevserokatiyê, bi rêya zagonan mafên xwe bidest xist, di hemû qadên jiyanê de xebitî û nerînên stratejîk ji bo başkirina rewşa jin de xebitî.

Di dawiya axaftina xwe de Sûad Xelo da xuyakirin ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo têkbirina hemû cureyên şîdetê û cudahiya li dijî jinan, her wiha pêkanîna wekheviyê di navbera jin û mêran de dixebite.

Back to top button