Arşîv

KJK: Em ê li dijî komkujiya jinan, talankirina xwezayê û dagirkeriyê li ber xwe bidin

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir: “Krîzên civakî ku mirovahî di nav de ye, krîzên avhewayê û şer bi mêtingerî û talankirina mafên jinan rû dane. Mêr ê serdest li ser vê bingehê dinya û sîstemek ava kiriye.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civakên ku jin lê tên qetilkirin ew civak in ku faşîzm û dîktatorî ji nava wan derketine û wiha hate gotin: “Lewma polîtîkayên dewleta Tirk ên li hundir û derveyî welat li dijî jinan dimeşîne nîşan dide ku faşîzm, dîktatorî gihîştiye kîjan astê. Tê zanîn ku ev polîtîkayên dijminatiya li jinan, dagirker û faşîst ji hêzên hegemon ên dinyayê ji DYE, Rûsya û hin dewletên Ewropayê piştgiriyê werdigire.”

KJK’ê destnîşan kir ku polîtîkayên komkujer ên dewleta Tirk ên li dijî jinê salên dawî gihîştine asta hovîtiyê û ragihand: “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser JinN hate ragihandin ku li Tirkiyeyê di nava 11 mehan de 430 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin.

Ji vê hejmarê jî tê fêhmkirin ku li çar aliyên Tirkiyeyê roj nîne ku jin nehatibin kuştin. Hema bêjin ku her du rojan du jin hatine qetilkirin. Hejmarên bi rengekî fermî hatin ragihandin rast nînin. Hejmara jinên tên qetilkirin û zarokên destavêtin li wan tê kirin ji daneyên fermî zêdetir in. Tên nixumandin. Her wiha kiryarên li dijî mirovahiyê yên li jinên li girtîgehan tên kirin her roj li nava raya giştî tên ragihandin. Bi hezaran jin ji ber fikrê xwe hatine girtin.”

Koordînasyona KJK’ê ragihand ku dewleta Tirk di polîtîkaya derve de jî dagirker û kujer e û diyar kir: “Di êrişên dagirkeriyê de yên li dijî Rojava, bi taybetî êriş li jin û zarokan hate kirin. Li Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wan 1000 jin revandin. Nêzî 50 jin qetil kirin. Li Efrînê jin tên revandin, destavêtin li wan tê kirin û weke xenîmetê tên dîtin, mîna êsîran tên firotin. Li Efrînê mîna Terteleya Dersimê ya duyemîn, mîna Şengal a duyemîn komkujiya jinan heye. Her wiha zîhniyeta DAÎŞ-MHP’ê vê carê li Efrînê tê pêkanîn.

Herî dawî dewleta Tirk bombe li dibistaneke li Til Rifatê barand û di encamê de 10 kes qetil kir ku 8 ji kesên hatin qetilkirin zarok in. Dewleta Tirk mîna komkujiya li Roboskî rûyê xwe yê hov ê li dijî mirovahiyê bi vê bûyerê re careke din nîşan da.”

KJK’ê ragihand, dewleta Tirk wê ji ber komkujiyên ku li jinan kiriye li dadgehên navneteweyî bê darizandin û hêzên azadî, demokrasiyê, jin û têkoşîna gelan wê dewleta Tirk ceza bikin.

Koordînasyonê bi bîr xist ku li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinan ên dewleta Tirk ew timî balê dikişînin ser têkoşîna hevpar a tevgerên jinan ên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Dinyayê û destnîşan kir: “Lewma bar û wezîfeyeke giran dikeve ser milê tevgerên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê. Tevgerên jinan divê têkoşîneke hîn bi xurtî bimeşînin. Rêxistinên jinan ên Kurdistanî, Tirkiyeyî neçar in li dijî van komkujiyên jinan têkoşînê bi şêweyên cuda mezin bikin. Divê bi rêxistiniyeke xurtir bersiv ji polîtîkayên şer re bê dan. Divê parlamenter, siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, rewşenbîrên jin û saziyên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê helwesteke hevpar nîşan bidin. Li kîjan devera dinyayê û Tirkiyeyê dibe bila bibe dema ku neheqî li jinekê, li zarokan hate kirin, divê jin hemû, hêzên demokrasî û azadiyê çalakiyan bikin. Divê sekna li dijî komkujiyên jinan bê nîşandan.

Koordînasyona KJK’ê ragihand ku kiryarên li dijî mirovahiyê yên li dijî jinên li zindanan tên kirin divê bên teşhîrkirin, bixin rojeva raya giştî ya demokratîk a navneteweyî û li dijî vê çalakî bên kirin.

Di daxuyaniyê de di serî de zarokên li Til Rifatê hatin qetilkirin hemû jin û zarokên ku ji aliyê dewletê, serdestan ve hatin qetilkirin bi rêzdarî hatin bîranîn. Ji malbat û xizmên wan re sersaxî hate xwestin û wiha bi dawî bû: “Em rûyê qirêj ê dewleta Tirk ê kujer şermezar dikin. Li dijî komkujiyên jinan, li dijî talankirina xwezayê û li dijî dagirkirina welatê xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê bi hev re têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin. Serketin wê ya jinên azad be.”

Back to top button