Arşîv

​​​​​​​Di têkoşîna civakî ya li dijî tundiyê de mînaka jinên Suryan

Jorjet Bersum di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew di malbatek a ji 6 kesan pêk dihat, di nava adet û kevneşopiyên civaka Rojhlata Navîn de mezin bûye. Jorjet wiha got: “Ez di çarçoveya perwerdeyeke ku xwe li ser esasê olî ferz kiriye de mezin bûm. Di civaka Xiristiyan de tevî ku di hin waran de heta astekê hêsayîbûyîn hebe jî, lê rewşa jinan ji yên pêkhateyên din ne cûda ye.”

‘DI GIRTINA BIRYARÊ DE DI NAVBERA MIN Û BIRYARÊ MIN DE CÛDAHÎ HEBÛ’

Jorjet got: “Ez di malbatek a ku azadiya nêrînên jinan tinebû de mezin bûm. Berovajî, nêrîna birayê min di aliyê kar, xwendin û seferê de hertim dihat girtin. Xwendina min a di zanîngehê de ne bi xwesteka min bû. Malbata min beşê zanîngehê ku min xwendiye hilbijartibû. Lê birayên min azadiya wan a hilbijartina beşê xwendinê û parêzgeha ku lê bixwînin hebû. Vê rewşê ji min re pirsigrêkên dirûnî çêkir.”

‘DI SAZIYAN DE TUNDÎ HEBÛ’

Jorjet diyar dike ku piştî xwendinê qedand di saziyên dewleta Sûriyê de xebitî û wiha axivî: “Di karê min ê di saziyên dewletê de ji ber zihniyeta baviksalarî min zehmetî dikişand. Ku jin tenê wekî alîkar di rêveberiyê û di kar de didîtin. Hemû hewldanên min ên wergirtina erka rêveberiyê û karên din biser nektin, ji ber ku zihniyeta baviksalarî hebûna me qebûl nedikirin. Hincet derdixistin ku jin nikare karê rêveberiyê bimeşîne û tenê dikarin bi karê male û xwedîkirina zarokan mijul bibin. Çendî jinekê karê rêveberiyê di saziyan de meşandibe jî lê ji kar dihat dûrxistin, tiştek wiha bi hevalên min re çêbûn.”

Jorjet destnîşan kir ku heger jin bizewice jî û zarokan bîne jî, divê karê malê bike û di rêvebirina mijarên jiyanî de bi hevjînê xwe re bibe alîkar û got: “Li gel karê malê ez bi saetan di saziyên rejîma Sûriyê de dixebitîm. Ji ber di rêveberina malbatî de tundiya aborî li ser me heye wekî jin.”

‘JI TIRSÊ MIN CESARET NEDIKIR DI YEKITIYA JINÊN SURYAN DE BIXEBITIN’

Jorjet wiha axaftina xwe domand: “Rewşa min gihişt asta ku ji karê xwe îstîfa bikin. Min bi jinên Yekitiya Jinên Suryan re têkilî çêkir, destpêkê ditirsiyam ku ji aliyê malbat û dewletê ve pirsgirêk ji min re derkevin. Ji ber ku rejîma Sûriyê çavdêriya kesên di saziya wê de dixebitîn dikir. Li ser vê yekê bi dizî min çalakiyên wan dişopand.”

‘ŞOREŞA ROJAVA DERFET DA MIN KU TEVLÎ YEKITIYA JINÊN SURYAN BIBIM’

Jorjet Bersum teqez kir ku şoreşa Rojava derfet da wê ku serdana Yekitiya Jinên Suryan bike û wiha got: “Jinên di Yekitiya Jinên Suryan de ez teşwîq kirim ku serdana wan bikim. Min serdana wan kir, her yekê çîrok û sedema tevlêbûna xwe ya nava yekitiyê parve kir û çawa bi îradeya xwe astengiyên ku zihniyeta baviksalarî derdixistin derbas kirin û gihiştin vê astê. Piştre min biryar da tev li Yekitiya Jinên Suryan bibin û min rola xwe di gelek çalakiyên perwerdeyê de list.”

‘JI KARÊ DI YEKITIYÊ DE BER BI KARÊ DI NAVA RÊVEBERIYA XWESER DE’

Jinên Suryan di nava saziyên Rêveberiya Xweser de cih girtin. Jorjet gava xwe ya duyemîn dest pê kir, di sala 2017’an di Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xebitî, di vir de ferq û cûdahî di navbera saziyên dewletê û saziyên Rêveberiya Xweser de dît, ku di saziyên Rêveberiya Xweser de qanûnên edaletî û wekheviya di navbera herdu zayendan de têne pêkanîn.

‘KARÊ DI RÊVEBERIYÊ DE VALAHIYA DI HUNDIRÊ MIN DE DAGIRT Û BAWERÎ DA MIN’

Endama Yekitiya Jinên Suryan û endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jojret Bersûm îşaret bi vê yekê dike ku karê wê yê di nava Rêveberiya Xweser de bêtir hêz û bawerî da wê ku wekî jin xizmeta civakê bike û got: “Piştî min karê Rêveberiya Xweser, rêzikname û qanûnên wê, erk û mafên jinan di her qadan de nas kir, hêza min xurttir bû ku wekî jin xizmeta civakê bikin, nemaze ku di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de sîstem û qanûnên jinan di dengdan, hilbijartin û standina biryarê de heye. Her wiha erka wê di hevserokatiyê de di her qadan de heye.”

Jorjet gava sêyemîn û ya herî aktîv ku diavêje û di çalakiyên jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitî û got: ” Di kongreya damezrîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 14’ê Hezîrana 2019’an wekî rêvebera koordînasyona jinan hatim hilbijartin. Bi mehan bi rêya civîn û semîneran me erka meclisê bi jinan re da nasîn. Armanca me ya sereke pêşxistina têkiliyan bi hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re û avakirina malbateke di civakeke demokratîk de. Xwesteka min bû ku bi kar û çalakiyên jinan mijul bibim, di karê xwe xwe ez pêş ketim, di aliyê siyasî de kesayeta min pêş ket. Bi jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha Şam û Siwêdayê re têkilî pêş xist. Her wiha ji bo çareserkirian pirsigrêkan jinan û birêxistinkirina wan di nava saziyan de karê me berdewam e.”

‘DAGIRKERIYA TIRK DÎROKA ME YA BERÊ VEGERAND’

Jorjet di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt got: “Dagirkeriya Tirk dîroka me ya berê wekî Suryan ji komkujiyên ji aliyê desthildariya Osmanî ve vegerand. Pêşeyên me yên ji komkujiyên wan rizgar bûn, qala wê dikirin çawa li dijî jinan tundî dimeşandin. Dagirkerî û çeteyên wê di êrişên xwe de jinan dikin hedef, dixwazin bi vê yekê vîna jinê bişkînin. Kiryara li dijî şehîd Hevrîn Xelef û Amara delîlê vê yekê ye.”

‘BERXWEDANA YPJ’Ê PARASTINA AZADIYA JINÊ YE’

Jorjet Bersum rola YPJ’ê û jinên di Meclisa Leşkerî ya Suryanî de silav kir: “Ne ji lehengî û hêza îradeya şervanên jinan a li dijî çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk bûye em nedighiştin vê asta pêşketî di her qadan de. Şer û merc çi bin karê xwe nesekinandin. Berxwedana YPJ’ê berxwdana parastina azadiyê jinê ye.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27