Arşîv

Zarokên Rojava xwe ji bo mîhrîcanê amade dikin

 

Zarokên Navenda Tev-Çand a Aram Tîgran xwe ji bo 3’yemîn ‘Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê’ amade dikin.

Li Girkê Legê ev dû sal in ku “Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê” ji aliyê Navenda Çand û HunerAram Tîgran ve tê li dar xistin. Mîhrîca îsal dê di 1’ê Îlonê de bê li dar xistin û zarok xwe ji bo mîhrîcanê amade dikin. Mîhrîcana ku çanda kurdî bi zarokan dide danasîn dê bi beşdarbûna gelek zarokên Rojava pêk were. Di mîhrîcanê de beşên wek muzîk, şano, govend jî dê hebin û zarok hûnera xwe pêşkêşî gel bikin. Komên zarokan ên Navenda Tev-Çand a Aram Tîgran a li Girkê Legê amadekariyên xwe dikin.

‘Bi kêfxweşî zarok beşdarî hunerê dibin’

Rêvebera beşê zarokan a Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran Nesrîn Ehmed da zanîn ku ew jî xwe ji bo 3’yemîn mîhrîcana zarokên Rojava amade dikin û derbarê mîhrîcanê de ev tişt got: “Di 3’yemîn mîhrîcana zarokên Rojava de wê beşên şano, govend, muzîk û îsal beşê erebaneyan jî lê zêde bibe, bên pêşkêşkirin. Wê îsal şano, muzîk û govenda herêma Amedê bê pêşkêşkirin û bi qasî sed zarokan wê tev li vê mihrîcanê bibin. Zarok bi displîn û kêfxweşî tev li perwerdeyên xwe dibin. Helbet bi vê yekê re wê encamên baş û pêşketinên xurt jî bên derxistin.”

Nesrînê destnîşan kir ku ew li kêleka perwerdehiya hunerî zarokan fêrî çanda exlaqên civakî jî dikin û wiha axivî: “Em zarokan ne tenê fêrî hunerê dikin, li gorî famkirina wan em rihê hevaltiyê bi wan didin pênasekirin. Pêwîste zarok çawa bi rihê hevaltiyê bi hev re bidin û bistînin. Di heman demê de em zarokan fêrî çanda exlaqên civakî jî dikin ji bo ku di pêşerojê de li çanda xwe xwedî derkevin, li ser vî bingehî hêviyên me jî pir mezin in ku wê mihrîcana zarokan a îsal serketî be.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27