Arşîv

Siyasetmedarên jin ji kampa Waşokanî daxwaza rawestandina sûcên Erdogan kir

FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanê ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan di dirûşmeya “Dagirkerî şidet e, bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” îro Meclisa Jinan a partiyên; PYD, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê û Yekitiya Jinan a Suryanî” daxuyanyeke hevbeş li kampa Waşokanî li gundê Tiwîna ya kantona Hesekê, da.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Sebah Osman ve hate xwendin û bi dehan koçber û endamên meclisên jinan ên partiyan amade bûn.

Sebah Osman wiha got: “Têkoşîna jinan li dijî hişmendiyê berdewam e da ku bigihêje mafên xwe, bi taybet şideta li ser jinan û civakê bi giştî, di demeke ku şer û alozî li herêmê rû dide. Her wiha ji bi taybet li herêma me ku 9 sal in rastî êrişên giran li ser destê hemû cureyên terorîstan ku desteka xwe ji herêm û navneteweyî digirin, pêk tên. Ji van terorîsên herî hov jî rêxistina DAIŞ’ê ku bi hovane tundiya li dijî jinan pêk dian.”

Sebah destnîşan kir ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê, Erdogan biryar da ku tolê ji jinan rake û êrişên leşkerî li dijî hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Her tim şêniyên ku koçber bûne dike hedef, da ku siyaseta xwe pêk bîne û herêma ewle bi sernavê qirkirina li ser pêkhateyên gelê Sûriyê û guhertina demografiyê, ava bike. Me dît ku çawa dibistanên zarokan veguherand cihê serjêkirinê. Ji ber ku siyaseta guhertina demografî yan jî stûxwarkirin ji dewleta Tirk a dagirker re qebûl nakin.”

Her wiha Sebah Osman wiha bal kişand ser: “Siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya dagirkirina xwe ji Izaz, Bab, Cerablûs, Efrîn û Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne, bi armanca kuştina cewhera jiyanê û têgeha jiyana hevbeş e.”

Sebah Osman di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî kir ku çareseriyekê ji doza jin û binpêkirinên ku tê re derbas dibin re deyne û bang li aliyên peywendîdar ji dewlet, rêxistin û kesayetên serbixwe kir ku bi berpirsyariyên xwe li beramberî şideta li dijî jinan tê, rabin.”

Sebah bang li NY`ê û rêxistinên mafnas kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin da ku sûcên Erdogan rawestînin û wiha domand: “Em yekbûna xebata jin li cîhanê misoger dikin da ku mafên xwe bistînin û banga girîngiya pêkanîna zagonên girêdayî şideta li dijî jinan ku NY`ê piştrast kirine, dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û gelên herêmê li dijî dewleta Tirk a dagirker, bi dawî bû.

Back to top button