Arşîv

Jinên Êzidî: Dagirkeriya Tirk jina azad û têkoşer dike hedef

Çalakiyên Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan didomin.

Jinên Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li ber avahiya Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li hev kom bûn û daxuyaniyek dan.

Leyla Îbrahîm û Lîna Xidir Hecî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate got, “Di dîrokê de jinên Êzidî qurbanên yekem ên komkujî û fermanan bû, hatin qetilkirin, revandin û li dijî wan komkujî û sûcên herî hovane hatin meşandin, ya herî dawî komkujiya Şengalê ya sala 2014’an bû, ku di encamê de bi hezaran hatin qetilkirin, koçberkirin û tecawizkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên Êzidî piştî rizgarkirinê xwe bi rêxistin kirin û hêza xwe ya taybet bi navê YJŞ’ê ava kirin.

Jinên Êzidî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî jinên azad û berxwedêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û wiha hate domandin “Êrîşa li ser cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Rênas a di çaçroveya parastina xak û gelê xwe de di Berxwedanas Rûmetê de gihişt asta şehadetê. Ev yek peyamekê dide der ku dagirkeriya Tirk vîna jina azad dike hedef, nemaze piştî ku YPJ’ê çeteyên wê DAIŞ’ê li paytexta xîlafetê wê têk bir.”

Jinên Êzidî sûcên û tundiya li djiî jinan ên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne kirin, şermezar kirin. Jinan bang li rêxistinên mirovî û rêxistinên jinan kirin ku helwesta xwe ya der bare sûcên dewleta Tirk de zelal bikin û tundiya li ser tevhî jinên cîhanê rawestînin.”

Back to top button