Arşîv

Jinek ji aliyê pismamê xwe ve hate qetilkirin, Kongreya Star bûyer şermezar kir

Çavkaniyên ji rêxistina Kongreya Star a herêma Dêrikê ragihandin ku (M E H) ê ji gundê Carûdiyê pismama xwe (K) kuşt. Kongreya Star diyar kir ku mexdûr (K) dayika pitikeke 5 mehî ye, ji ber ku bêyî qebûlkirina malbata xwe zewicî, hate kuştin.

Heman çavkaniyan û çavkaniyên tenduristiyê yên nexweşxaneya Dêrikê diyar kirin ku (K) bi fîşekeke çifteya neçîrê di serê xwe de hate qetilkirin beriya ku bighêje nexweşxaneyê.

Ji ber malbata jina mexdûr qebûl nekir cenaze li goristana gund veşêre, Kongreya Star definkirina cenaze li goristana bajarê Dêrikê bi rêve bir.

Li ser mijarê Kongreya Star daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Kongreya Star ji aliyê rêvebera kongreyê Wesfa Murad ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em qetilkirina mexdûra (K) a bi navê sûcê şerefê şermezar dikin. Em soza parastina jinan didin ku berdêl çi dibe bila bibe. Ji be rev sûc derheqê jin û tevahî jinên cîhanê de şerm e

Kongreya Star li dijî sûcên qetilkirina jinan a bi navê şerefê têkdikoşe. Li gorî qanûnên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcdarên şerefê tên cezakirin.”

Back to top button