Arşîv

Li Reqayê têkildarî 25’ê Mijdarê şevbuhêrkeke helbestan

Buroya birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê di çarçovya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a bi dirûşmeya “Dagirkerî tundî ye bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîstê hilweşînin” şevbuhêrkeke helbestan li Navenda Çandî ya Reqayê li dar xist.

Hejmarek helbestvanên; Foziye El-Mirî, Mariya El-Acêlî, Îsmaîl El-Kedî û Ziyab El-Şêx û jin bajêr tevî endamên sazî û komîteyên sivîl di şevbuhêrkê de amade bûn.

Helbestvan Foziya El-Mirî helbesta xwe bi navê “Xensa El-Nar” xwend, ku tê de azarên jinan di dema DAIŞ`ê de destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve helbestvan Mariya El-Acêlî di helbesta xwe de binpêkirinên çeteyan û tundiya li dijî jinê meşandine eşkere kir.

Her wiha nivîskar û wêjevan Foziya El-Mirî di helbesteke xwe de zehmtiyên ku jin ji hêla civakê ve bi giştî û ji hêla dagirkeriyê ve bi taybet û hedefgirtina jina azad dikşînin, xwendin.

Helbestvan Îsmaîl El-Kedî û Ziyab El-Şêx helbestên cihereng li ser dayik û welat xwendin.

Back to top button