Arşîv

Meclisa Jinan a Sûriyê: Divê Erdogan bê darizandin

Di berdewama çalakiyên RojaTêkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan bi dirûşma “Dagirkerî şîdet e, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriyê têk bibin” Meclisa Jinan a Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Jin li Parka Xwendinê ya li taxa Xerbî a Qamişlo kom bûn, daxuyanî ji aliyê berdevka meclisê Lîna Berekat ve bi beşdarbûna endamên meclisê, Kongreya Star û endamên civaka sivîl hate xwendin.

Beşdaran wêneyên sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn, hildan.

Daxuyanî wiha ye:

“Îsal di salvegera Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan û salvegera Peymana Mafên Mirovan li ser Sûriyê ye ku bi hemû pêkhateyan di şîdet, rûxandin, bombebarankirin, kuştin û rijandina xwînê ji Adara 2011’an ve fetisiye, sûc û binpêkirinên herî qirêj li ser mirovan û mirovahiyê û hemû mafên wê pêk hatin. Li aliyekî din hilweşandinek li hemû aliyên jiyanê, aborî û civakî pêk tên, di encamê de aloziya niştîmanî çêbû, her wiha dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê pêk hat, ji Lîwa Iskenderûn, Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatin, her wiha destwerdana wê li bajarê Idlibê ku xetereyê li ser gundewarên bakurê bajarên Hema, Humis û Laziqiyê çêdike.

Her wiha em hîna bang li aliyan dikin ku destwerdanê bikin da ku şîdet, kuştin û rijandina xwînê li kolanên Sûriyê bidin rawestandin, ku çavkaniyên wê ji ku bin, ji ber vê yekê;

– Daxwazê ji hemû aliyên peywendîdar ên herêmî û navneteweyî dikin ku bi erkên xwe beramberî gelê Sûriyê û pêşeroja herêmê de rabe, her wiha em daxwaz dikin ku bi karekî cidî û lez rabe da ku çareseriyeke siyasî aşiyan e ji aloziya Sûriyê re deyne û rûxandinê bide rawestandin.

– Em daxwazê ji rêxistin, deste û civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi berpirsyariyên xwe beramberî gelê Sûriyê di darzandina Erdogan de ji bo sûc û binpêkirinên ji peymanên navneteweyî re rabe û wî weke sûckarê şer binav bikin.

– Xeteriyên dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re teşhîr bikin, her wiha tiştê ku ji operasyona leşkerî ya Tirkiyê di binpêkirinan li ser sivîlên Sûriyê de pêk anî.

– Bang li rêxistinên mafnas û sivîl ên Sûriyê bê kirin, da ku hemû sûcên li dijî mirovahiyê ku hêzên dagirkeriya Tirk pêk anî belge bikin, her wiha da ku dosyeke qanûnî ava bikin ku rê bide şopdariya hemû sûckarên binpêkirinan, çi Tirk dibn û çi jî yên Sûriyê ku bi wan re alîkar in, ji ber hin ji van binpêkirinan asta sûcên li dijî mirovahiyê derbas kiriye.

– Vegera sivîlên koçber li herêm û gundên wan û hemû rêyên li pêşiya vegera wan rabikin û girîngiya wan rêyan peyda bikin û misogeriya ku êrişî wan neyê kirin.

– Bang li deste û saziyên navneteweyî yên peywendîdar da ku pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî ji şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî re pêk bînin.

– Xebata gelêrî û mafnasî ji hemû pêkhateyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku pêşiya wê bisekinin û xeteriyên heyî ku ji ber kiryarên hêzên dagirkeriyê pêk tên, bisekinin.”

Back to top button