Arşîv

‘Dagirkerî dê bi yekîtiya gelan têk biçe’

ŞEHBA – Malbatên berxwedêran çûn serdana malbatên ku di êrîşa Til Rifetê de xizmên xwe windakirin û gotin: “Em êrîşên li hemberî gelan şermezar dikin. Em ê bi yekîtiya gelan dê dagirkeriyê têk bibin.”

Malbatên berxwedêran ên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk a li hemberî Til Rifatê dan û çûn serdana malbatên ku xizmên xwe di êrîşan de windakirine. Di encama êrîşa li hemberî Til Rifetê de 10 kes ji wan 8 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û her wiha 12 kes jî birîndar bibûn. Derbarê serdanê de jin nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.

‘Xewn û xeyalên zarokên me tune kirin’

Malbata berxwedêr ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dayî Ebdoyê Sibhan Hisên êrîşa li hemberî herêmê şermezar kir û got: “Weke malbatên şehîdan em çûn serdana malbatên şehidên Til Rifetê. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk di bin navê îslamê de jin û zarokan hedef digire û dikuje. Dewleta tirk bi piştgiriya Rusya û dewletên navnetewî xewin û xeyalên zarokên me tune kirin, lêyistokên wan di nav xwînê de man. Tevlîbûna şêniyên Efrîn û Şehbayê di merasîmê de teqez dike ku gel bi hemû pêkhateyên xwe yekin û bi vê yekbûnê wê dagirkerî dê têk biçe. Bangawaziya me hemû mirovan heye ku bila bê deng nebin.”

‘Dê bi yekîtiya gelan êrîşan bi dawî bikin’

Malbata berxwedêr ê ku di şerde jiyana xwe ji dest dayî Reman Fatma Şêx Bilo, bal kişand ser têkoşîna malbatan û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ji bo piştgiriya malbetên ku zarokên xwe di komkujiya Til Rifatê de winda kirin, em çûn serdana malbatan. Bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin da ku li hember van kiryarên dijmirovahî gav bavêjin. Em ê bi yekîtiya gelan dawî li dagirkeriyê bînin.”

‘Êşa hemû gelan wekhev in’

Ji malbata Ebdlhemîd, Mizgîn Elî jî wekî jinên din êrîş şermezar kir û wiha got: “Hemû gel heman êşê dijî, lewma wek malbetên şehîdan me xwest em serdanê dayikên şehîdên komkujiya Tel Rifatê bikin û piştgiriyê bidin wan. Tirkiyê zarokên me qetil kir û xewn û xeyalên wan têkbirin, divê dewletên cîhanê giştî li pêşiya Erdogan û faşîstê bigirin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27