Arşîv

‘YPJ’ê vîna jina azad e’

Berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a şaxê Hesekê Îlham Miltê got ku bi tekoşîna YPJ’ê re di jiyana jinan de guhertinên mezin çêbûn.

Îlham got, “Me di van demên dawî de guhertineke ber bi çav di kesayeta jinê de dît. Ji destpêka şoreşê ve jin li dijî çeteyan şer kir. Jinan di şoreşa Rojava de navê xwe di nav rûpelên dîrokê de nivîsandin.”

Îlham bal kişand ser tekoşîna jinên ku di şoreşa Rojava şehîd bûne û got,” Wana bi bawerî têkoşîn kirin. Di nava şer de bi taybet jinên ku di qadên leşkerî û siyasî de têdikoşiyan.” Îham Mitle bang li jinan kir ku tev li refên YPJ’ê bibin.

DİVÊ JİN TEV LI REFÊN YPJ’Ê BİBİN

Endama Buroya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê Mekiya Hiso jî bal kişand ser têkoşîna jinan û got, ” Jin ji destpêkê ve heya îro dagirkerî qebûl nekirin. Me dît ku çawa ji destpêka ku DAIŞ`ê êriş kir ve berî her kesî jinan xwe rêxistin kirin û hêzên xwe yên parastinê bi nave YPJ`ê avakirin.”

Mekiya got ku, avakirina YPJ’ê hêz da her jinekî û wiha axivî, “Gava ku ez jineke di nava YPJ`ê de dibînim ez pê serbilind dibim. Dunya hemû ji çeteyan ditirsiya, lê li hemberî jinên YPJ`ê her dem ew çete bi tirsbûn. Lê dema ku şervanek YPJ`ê şehîd dibû heqaret li cenazeyê wê dikirin. Em dizanin ku ev kiryarên wan encama tira ji ber vîna jinan bû.”

Mekiya got ku, ruxmî van êriş û kiryarên wan jî vîn û rêxistina jinê her çû xurttir bû û wiha axifî: “Îro YPJ`ê bûye mînakek xweparastinê ji hemû jinên dunyayê re. em dibêjin YPJ`ê ne bi tena sere xwe ye, îro em hemû xwedî li YPJ`ê derdikevin. Divê her jinek tevlî refê YPJ’ê bibe.”

Back to top button