Arşîv

Bidawîbûna hemleya têkoşîna li dijî şîdetê… jinan got ‘Na ji dagirkeriyê re’

Daxuyanî li navenda Rêveberiya Jinan a li Taxa Duyemîn a bajarê Tebqayê bi beşdarbûna bi dehan endamên jin û meclisên jinan ên li gundewaran ji aliyê endama Rêveberiya Jinan Recaa Ebdilrehman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de cureyên şîdetê li dijî jinan û sedemên wê hatin bibîrxistin, her wiha diyar kirin ku ew binpêkirineke xeternal ji mafên mirovan re ye.

Her wiha daxuyaniyê destnîşan kir ku tevî alîkariya navneteweyî û erêkirina Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, jin hîna rastî şîdeta mezin tên, êdî ne tenê lêdan û acizkirina wê, gihaştiye asta bi navê sûcên namûsê ku di encama wê de gelek jin jiyana xwe ji dest didin, da ku civaka baviksalar razî bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de diyar kirin ku şîdeta li dijî jinan ne tenê li derdora civakê ye, ew navneteweyî ye, wekî ku niha dagirkeriya Tirkiyê îro dike, bi wê yekê hewl dide şoreşa azadiyê ku jinan dest pê kir, têk bibe.

Di dawiyê de daxuyaniyê bi tundî şîdeta li dijî jinan şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hemleya ku Tirkiyê û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, rawestînin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27