Arşîv

Koordînasyonên Meclisa Jinan a Sûriyê banga berdewamkirina têkoşînê kirin

Meclisa Jinan a Sûriyê (Koordînesyonên Berava Sûriyê û Şamê) bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan du daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniya Koordînasyona Berava Sûriyê de hate gotin “25`ê Mijdarê boneyek herdem e ji bo ku li ser azarên jinan ji tevahiya cureyên tundiya bedenî, derûnî û manewî were sekinandin. Di vê rojê de her sê xwişkên Mirabel hatin kuştin û Komeleya Giştî 25`ê Mijdarê wek rojek cîhanî ji bo tunekirina tundiya li ser jinan ragihand. Komeleyê bang li tevahiya hikumet û rêxistinên navdewletî û yên ne hikumî kirin ku çalakiyan di vê rojê de li dar bixin ji bo ku asta zanabûna giştî ji vê pirsgirêkê re zêde bikin. Ji bo wê jî biryara bi hejmar 54/134 di 17`ê Kanûna 1999`an de hate girtin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Pîrozkirina vê rojê ji bo ku beşdaran li tevahiya cîhanê teşwîq bikin da ku bi cidî kar bikin ji bo ku cîhanek bê tundiya li ser jinê û keçan ava bikin. Mijara sala 2019`an cîhana porteqalî ye Nifşek wekhev li dijî destdirêjiyê disekine. Ev jî ji bo ku pêwîstiya bi pêşerojek bê tundî bi bîr bixe. Wê însiyatîfa 2019`an li hember tevahiya cureyên tundiya li dijî jinê û keçan bisekine bi taybet tundiya malbatê û kar. Raporên NY`î îşaret pê dikin ku tundiya li ser jin û keçan binpêkirina herî zêde û wêrankirî li cîhanê tê hesibandin.

Ev bone îsal li ser jinên Sûriyê yên ku şert û mercên dijwar de derbas dibe. Ji kêliya têne dinê li ser tundiyên girêdayî urfûadetan ûçanda herêmê tên kirin. Heta di qanûnan welêt de tevî zextên aborî, xizantî û bêkariyê. Sertbûna wan hîman bi şerên xwîndar re yên li Sûriyê zêde dibe. ji 2011`an ve tevahiya cureyên binpêkirinan ji kuştin, qetilkirin, revandin, îşkencekirin, destavêtin, girtin û koçberiyê tên. Jin bûye hedefa qetilkirinê, xizantî, koçberî û tundiya bedenî û manewî. Lê belê şertên penaberiyê hiştin ku jin di şertên şantajê û bikaranîna hov de bijî. Tevî wê jî rewşa jina Sûriyê li herêmên Tirkiyê û çeteyên wê dijwartir bû. Jina Sûrî li herêmên bakurê Sûriyê, Efrîn û Kobanê rastî tevahiya cureyên binpêkirinan weke mirov û şêniyek ji herêmê hat. Jina kurd rastî binpêkirinên hovane û kiryarên nijadperestî ji ber ku kurd e ji hêla hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hat.”

Bi vê boneyê em girîngiya têkoşîna li dijî tundî û nijadperestiya li dijî jinan, çi qanûnî bin, civakî bin û çi jî aborî bin bi bîr tînin, her wiha balê dikişînin ser kar û xebata ji bo guhartina qanûnên nijadperestiya li dijî jinan hem di qanûnê kesayetî de û hem jî di zayendî û cezayan de ji bo malbatê divê qanûnekî alternetîf were diyarkirin, da ku parastina mafên kuflet û malbatê bike û bi yasayên navdewletî re bigunce.”

Daxuyaniya Meclisa Jinên Sûriyê (Koodînasyona Şamê) wiha ye:

“Tevî têkoşîna çalakger û rêxistinên mafên jinan ji bo rêgirtina li pêşiya nejadperestî û tundiya li ser jinan, lê belê hêj pirsgirêkeke xetere e û plankirî ye. Di vê derbarê dê li her derê û di her kêliyê de tundî li ser jinan were kririn. Ji ber vê yekê jin di roja 25‘ê Mijdarê de bi navê Roja Têkoşîna li Dijî Jinan dadikevin qadan.

Tundiya li dijî jinan tê wateya înkarkirina bê exlaqî ya mafên jinan û wendabûna wekheviya di navbera her du zayendan de. Sedema vê yekê jî yasayên qanûnî bi erka xwe ranabin û makenîzmeyên alîkariya jinan bikin û adaletê bi dest bixîne tune ne, bidestxistina mafên jinan tune ne û di encamê de dibe qurbanê civakê.

Em hemû dizanin ku tundiya li dijî jinan ji binpêkirinên herî mezin ên parastina mafên mirovan e, lê mixabin xwedanên biryaran radighînin vê yekê wekî pêşekî nabînin.

Ji ber vê yekê em wekî çalakger û jinan bang li her kesî dikin ku ji biryarên navdewletî yên taybet bi parastina jinan rêzdar bin û awayên nijadperestiyê bi dawî bikin da ku civakek bê nejadperestî bi hezker û aşîtyane ava bikin.”

Back to top button