Arşîv

Li Helebê pêşengeha ‘‘Vîna me ji tundiya we bi hêztir e‘‘

Pêşangeh li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji aliyê Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ve hate vekirin.

Buroyê bi alîkariya Navenda El-Enemil Mûbdîa 35 tabloyên girêdayî tundiya li dijî jinê di civakê de û rêyên bidestxistina azadiya xwe pêşkêş kirin.

Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û ji hêla dayîka şehîd Faiq Zab û Dawûd Neso ve hate vekirin.

Piştî wê sînevizyonek têkildarî tundiya li dijî jinê û binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dijî sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef hate pêşendan.

Her wiha serok û cîgira Buroya Birêxistinkirina Jin a Partiya Pêşerokjê ya Sûriyê du şêwekarên jin ji ber xebatên wan ji bo pêşangehê xilat kirin.

Pêşangeh wê du rojên din vekirî be.

Back to top button