Arşîv

Pêşangeha”Vîna me ji tundiyê bi hêztir e” bi dawî bû

Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê ji bo balê bikşîne ser tundiya li dijî jinan û têkoşîna li tundiyê, duh pêşangeheke şêwekariyê bi navnîşana “Vîna me ji tundiyê bi hêztir e” li hola civînan a MSD‘ê ya taxa Şêxmeqsûdê vekiribû.

Di roja duyemîn de endamên saziyên sivîl, komîn û bi dehan şêniyên bajarê Helebê serdana pêşangehê kirin.

Di pêşengehê de wêneyên ku balê dikşîne ser tundiya li dijî jinan û wêneyên şehîdan mîna Hevrîn, Barîn û Avesta hatin pêşendan.

Her wiha belgefîlmek girêdayî dîroka têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe hate pêşandan.. Di belgefilmê de dîmenên binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinên Bakur û Rojhilartê Sûiyê ji kuştin, koçberkirin û talankirinê hatin nîşandan.

Di dawiya pêşengehê de endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalîda Ebdo axivî û destnîşan kir ku ew şopdarên rêya şehîd Hevrîn Xelef û tevahiya şehîd azadiyê ne

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27