Arşîv

​​​​​​​25‘ê Mijdarê bi serkeftî gihişt armanca xwe‘

Rêxistin û saziyan jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî çalakiyên jinan ên li herêmê û tevahî cîhanê daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de soz dan ku ew ê bi rihê Hevrînan ve faşîzmê, desthilatdariya zilamên serdest û mêtîngeriya wan têk bibin.

Daxuyanî wiha ye:

‘‘Di hemû cîhanê de ew jinên cesûr ên ku bi coş û azweriyeke mezin ve çalakiyên 25’ê Mijdarê lidarxistine, em wan bi rêzdarî silav dikin. Di çalakiyên 25’ê mijdarê de reng û seknên jinan gelekî derketin pêş. Ev sekin û rengê jinan a çalakiyên 25′ ê Mijdarê wê di sala 2020’an de jî têkoşîna azadiya jinan pêsdetir bibe. Wê, pêşiya kuştinên jinan û nijadkujiya ku li ser gelan tên ferzkirin, bide sekinandin. Bi hêviya ku di vê astê de rêxistinbûyîn bê berdewamkirin, ji bo bilindkirin û pêşdebirina têkoşîna azadiyê, em bang hemû jinan dikin.

Îsal, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em hemû tevgerên jinan, çalakiyên 25’ê Mijdarê bi şiyara ” dagirkirin şîdet e. Bi berxwedaniya Hevrînan ve em ê faşîzîm û dagirkeriyê têk bibin”ve daye meşandin. Me çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdara îsal atifî hevala Hevrîn Xelef a ku ji aliyê çeteyên OSO’yê(ceşil hur) hatiye qetilkirin, dayê Aqîde a ku endama meclîsa edaleta jin û hevala Amara Rênas a ku şervana YPJ’ê bû, hate kirin. Di giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de me hewilda ku ber û bala çalakiyên me yên 25’ê Mijdarê bikşînin li ser ûsûlê şîdeta li ser axa me ya ku bûye tarzê jiyanê, li ser koçberî, li ser şer û guhertina demografyayê. Dîsa, me hewilda ku tesîra nijad kujiya çandî li ser jin û zarokan şîrove bikin, bidin xuyakirin û protesto bikin. Jiber ku şîdet li ser coxrafya me bi destê hêzên navnetewî ve bi wayeke rêxistinî hertim tê ferzkirin.

Em wek jin, li hemberî şêwazên şîdetê yên bi vî rengî qasî berxwedaniya fizikî, em kodên berxwedaniya çandî, felsefî, estetîk û exlaqî jî didin avakirin. Jiber armanca bingeha şoreşa jinên Rojava jiyanê ji şidetê safî bike û jiyanê azad bike û çanda aşîtîyê jinûve zindî bike. Di hundirê sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê de em wek şexsiyet û tevgerên jin ên Kurd, Ereb, Suryan-Asurî, Ermen, Çeçen, Çerkez, Turkmen û gelek ji miletên din bi dil û dengekî hevbeş ve vê armanca xwe bideng kir. Me, parastin û mezinkirina nirxên şoreşa Jinan esas girt. Em di wê baweriyê de ne ku haveyna biratiya gelan bi hevbeşbûna jinan re derebas dibe. Bi vê baweriyê ve emê axa xwe ji çanda şîdetê safî bikin. Di 25’ê Mijdarê de lidarxistina bi gelek cureyên çalakiyên wek panel, semîner, komxebat, konferans, meş, daxuyaniyên çapemeniyê û hvd. ve me îdaya xwe daniye holê. Ji niha pêve jî li dijî ev şîdetên bi rêxistinkirî ên wek şer, koçberî, guhertina demografî, ji her cure nijadkujiyê, şîdeta dewletê ya li ser jinan û li hemberî şîdeta nava malbatî, wê di her şert û mercî de têkoşîna me berdewam bike.

Îsal, li gelek deverên cîhanê çalakiyên 25’ê Mijdarê bi îdia, cesaret û biryardariyeke mezin ve hatin lidarxistin. Taybet jî ji aliyê kolektîfa feminist a Las Tesîs ve pirotestoya bi stran û reqsa ku hatibû destpêkirin ji aliyê hemû jinên cihanê ve pir bi lez hate hezkirin û hate pêkanîn. Bi deh hezarên jin ên Tirk, Kurd, Emerîqaya Latîn û Bakur û ewropî bi vê şêwazên çalakiyê û rengê jinê ve, raperînên xwe bi ziman kirin. Jinan, dewletên cûda yên cihanê li pêşiya saziyên dewletan bi yek dengî bang kirin û gotin “ji tecawizkirin, cinayetên jinan, şer û hemû şêwazên şîdeta ser jinan serokê dewletan, dad û berpirsiyarên dewletê mesûlên esasî ne”. Hemû jinan, bi yek dengî ve bi dengekî hevbeş li hemberî her cure şêwazên şîdeta li dijî jinan, biryardariya xwe ya têkoşîn kirinê pêşkeşî cihanê kirin. Şêwazê çalakiya ku Las Tesîs dabû destpêkirin da nîşandan ku bi şêwazên çalakiyên afirîner, alternatif, coş û morale ve dikarin hemû jinên cihanê bigihînin hevdû. Me naskir û dît ku van çalakiyan rêxistinbûyîna jinan, rêxistinbûyîna jinan jî çalakbûyînê mezin dike.

Sala 2019’yan jinên Sudaniyan zagonên dijî jinan guhertin. Bi hezaran jinên Rûsyayê li dijî pîvanên xweşikbûnê derketin û kampanya dan destpêkirin. Bi hezaran jinan li dijî cinsiyetparêziyê û şîdeta li ser jinan li îsvîçreyê greva bircîbûnê dan destpêkirin. Li Meksikayê, Îspanyayê, Belçikayê, Lûbnanê Afrîkaya Başûr û Fransayê bi hezaran jinan ji bo dijî şîdeta jinan meşên protestoyî lidarxistin. Gelek çalakiyên jinan û hemû çalakiyên 25 ‘ê Mijdara îsal carekedin ji hemû dinyayê re dan îspatkirin ku sedsala 21. wê bibe sedsala jinan. Şoreşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji dinamîkên esasî yên şoreşa jinên sedsala 21. gelek moral û hêz dide. Ji van çalakiyan hêz û moral digre.

Di şexsê çalakiyên Las Tesîs de hemû çalakiyên jinên cîhanê bi coşekî mezin ve silav dikin. Careke din soza xwe didin jinên cihanê ku em ê bi rihê Hevrînan ve faşîzmê, desthilatdariya zilamên serdest û mêtîngeriya wan têk bibin û soza xwe ya bilindkirina têkoşîna azadiya jinan didin.

wê sedsala 21. bibe sedsala azadiya jinan, bijî şoreşa jinên Rojava, bijî yekîtiya gelên demokratîk, jin-jiyan-azadî.‘‘

Rêxistinên ku daxuyanî dane ev in:

Kongreya Star

Meclisa Jinên Bakur ûRojhilatê Sûriyê

Meclisa Jinên Sûriyê

Yekitiya Jinên Suryanî

MSD

Baskê Jinan a Partiya Pêşeroj a Sûriyê

Rêxistina Jinên Ciwan

Koordinasyona Jinên Xweseriya Demokratîk

Jinên Komînîst.

Back to top button