Arşîv

Jinên li Reqayê bi çalekiyekê dagirkeriya Tirk a li herêmê şermezar kirin

Bi tevlêbûna bi dehan jinên li bajarê Reqayê û endam û rêveberên rêxistinên jinan, Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê bi çalakiyekê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li herêmê şermezar kirin.

Konê çalakiyê bi alên QSD, wêneyên şehîdan û pankartên ” Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” hatibû xemildandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê Meryem El-Ebo axivî û bal kişand ku armanca êrişên Tirkiyê guhertina demografyaya herêmê ye û têkbirina projeya netewa demokratîk e.

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûad El-Kurdî îşaret pê kir ku girîng e aliyên Sûriyê li ser masya diyalogan rûnên û aloziyê çareser bikin û got dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê sedema dirêjkirina temenê aloziyê ye, divê ji herêmê derxînin. Sûad her wiha destnîşan kir ku pêwîst e Rêveberiya Xweser di amadekirina destûra bingehîn a Sûriyê de were beşdarkirin.

Di çalakiyê de her wiha endama rêveber a Komîteya Jinan a Tebqayê Welaa El-Nacî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got, keda şehîdan wê bibe lehî û dagirkerî û çeteyan bi xwe re bibe. Welaa got gelê herêmê bi serkeftina li dijî dagirker bi bawer e.

Piştî axaftinana belgefîlmeke der barê geşedanên li qada Sûriyê rû dane ji destpêka aloziyê, derketina DAIŞ û berxwedana şervanên QSD‘ê heta tinekirina terorê û êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser herêmê hate pêşandan .

Di dawiya çalakiyê de koma “Beraîm El-Tifûla” stran diyarî zarokên Til Rifatê kirin.

Back to top button