Arşîv

Hêvîdar… Yek ji sembolên jina azad

Bi destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011‘an û belavbûna wê li tevahî herêmên Sûriyê re, gelek komên çekdar ku bi navê olê tevdigeriyan derketin. Mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra. Ev kom li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn û êrîşî gel kirin. Li ser vê yekê gelê herêmên hêzên parastinê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin.

Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku komên çete lê zêde bûn û êriş kirin başûrê herêma Cizîrê bû. Çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û piştî wan DAIŞ‘ê xwestin nakokiyên mezhebî û olî di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin.

Di çarçoveya bikaranîna mafê parastina rewa de tevlêbûna ciwanên herêmê ya di nava YPG û YPJ‘ê zêde bûn. Ji wan malbata şehîd Hêvîdar bû. Hêvîdar ji jinên destpêkê bû ku di nava hêzên parastinê de cih girt û li dijî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra yên li ser navçeya Tirbespiyê berxwedaneke bêhempa meşand.

Hêvîdar Ehmed Ezîz ji gundê Girê Berî yê 8 km dikeve rojhilatê navçeya Tirbespiyê ye, Hêvîdar ji zarokatiya xwe ve li ser fikrê şoreşgerî û niştimanî de mezin dibe û bi destpêka şoreşa Rojava re ji bo xwe qebûl nekir di civînê de bê rol bimîne, li ser vê yekê li hemberî êrişên li dijî herêmê çek rakir.

Bavê Hêvîdar Ehmed Ezîz bi bîr xist ku ji destpêka êrişên çeteyan ên li ser herêmên başûrê Tirbespiyê keça wî biryara tevlêbûna nava YPJ‘ê da û wiha pê de çû: “Wekî malbat ev biryar ji bo me tiştek ecêb bû, ji ber ku tecrûbeyeke nû bû ku jin çekê rake. Me rêz ji biryara wê re girt. Min ew gihand navenda YPJ‘ê û min got keça min dixwaze tev li YPJ‘ê bibe. Hemû matmayî man, çawa bav bi destê keça xwe girtiye da ku tev li YPJ‘ê bibe.”

Dayika Hêvîdar, Fehîma Hecî Yûsif di derbarê kesayeta Hêvîdar de wiha got: “Keça min Hêvîdar ji nav xuşik û birayên xwe ya cûda bû. Qebûl nekir ku di civakê de bê rol be. Zilma li ser jinan red kir û fikra zewacê ya desthildariya mêr li ser jin qebûl nedikir.”

Fehîma anî ziman ku Hêvîdar jê re çavkaniya serferaziyê ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku ji bo parastina welatê xwe çek hilgirt û li ber xwe da. Dema dihat male, çek û rextê wê lê bû ez pê serbilind dibûn. Ji ber ku min dizanî rêya dirust pejirandiye.”

Di 23‘yê Tîrmeha 2013‘an çeteyên DAIŞ‘ê êrişî herêmên başûrê navçeya Tirbespiyê û Çilaxa kirin, bi taybet li dijî gundên Mezlûma û Til Elo êrişê dijwar pêk anîn. Di encamê de hejmarek şervanên YPG û YPJ‘ê şehîd bûn, ji wan Murad, Lewan û Ciwan Efrîn bûn.

Beriya êrişan jî Hêvîdar nexweş dikeve, li ser vê yekê wê dişînin malê da ku derman bibe. Hêvîdar dema agahiyên şehadeta hevrêyên xwe dibhîze dimildest vedigere xetên eniya başûrê navçeya Tirbespiyê.

‘ÊZ Ê ÇAWA LI MALÊ BIM Û HEVALÊN MIN ŞEHÎD BÛNE‘

Yek ji hevrên şehîd Hêvîdar, Sema Dêrik diyar dike ku Hêvîdar dema nexweş dikeve, şandin malê da ku rihet bibe. Sema got: “Piştî du rojan dîsa vegeriya. Min pirsa vegera wê kir çawa hîna rihet nebûye vedigerî, got ez ê çawa li mal rûnên û hevalên min Mûrad û Lewend û hevalên din şehîd bûne. Hêvîdar ji bo me çavkaniya moralê bû.”

Piştî vegera Hêvîdar Ezîz li eniyên berxwedanê, êrişên çeteyên Cebet El-Nusra yên li ser herêmên başûrê navçeya Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê zêde dibin. Şervanên YPG û YPJ‘ê bi lehengî êriş bersiv didin êrîşan.

Di wê demê de, bavê şehîd Hêvîdar, Ehmed Ezîz gundê xwe Girê Berê diparast. Di 26‘ê Tîrmeha 2013‘an çeteyên Cebhet El-Nusra êrişî nuqteyeke YPJ‘ê ya li gundê Mezlûma dikin. Ehmed Ezîz der barê wê rojê de wiha axivî: “Me parastina gundê xwe Girê Berê dikir. Me dengê guleyan li gundê Mezlûmayê bihîst. Min dizanî Hêvîdar jî li wir e. Di wê kêliyên de ez di nava fikran de mam, ku Hêvîdar wê li ber xwe dide, dibe şehîd ketibe. Di berbanga sibehê de agahiya şehadeta wê belav bû.”

Derbarê wê kêliyê de bavê şehîd Hêvîdar dibêje: “Kêliyek bi êş bû. Min keça xwe winda kir ku min di çavê wê de pêşeroja xwe didît. Di heman demê de hestê serferazî û şehnaziyê bi min re çêbûn. Ji ber keça min di rêya rûmetê de şehîd bûbû. Şehîdbûna wê bi êş bû, lê heman demê de serfirazî bû.”

Şehadeta Hêvîdar bandorek pir mezin di nava malbatê de çêkir. Piştî şehadeta wê xaltîka wê çek û navê wê rakir û tev li YPJ‘ê bû. Ew jî di navîna 2015‘an de şehîd bû.

‘YÊN KEÇA MIN QETIL KIRIN, NIHA ŞÊNIYÊN GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ QETIL DIKIN‘

Dayika şehîd Hêvîdar, Fehîma Yûsfi dibêje: “Keça wê bi destê çeteyên Cebhet El-Nusrayê şehîd bûye. Kesên keça min şehîd xistine heman çeteyên Cebhet El-Nusra ne ku piştî têkçûn navê DAIŞ li xwe kirin û niha navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li xwe dikin. Ev çete niha bi desteka Tirkiyê li pêşberî çavê cîhanê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî qetil dikin.”

Dayika şehîd Hêvîdar ji hevreyên keça xwe re got: “Çeka keça min li erdê nehêlin, berxwedana li ser xeta şehîdan bidomînin.”

Back to top button