Arşîv

Hevseroka MSD’ê: Hişmendiya paşguhkirinê berdin

Bi sponseriya Rûsya, Tirkiyê û Îranê 10 û 11‘ê Kanûnê tora 14‘an a civînên Astanayê li paytexta Astana Kazaxistanê bi rêve çû. Civîn bêyî ku tu encamê bigire bi dawî bû, dîsa li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewan hatin avêtin.

Der barê encamên civînên Astana 14 û daxuyaniyên aliyên garantor û rejîma Sûriyê de hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emîna Umer ji ajansa me re axivî. Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer bang li hemû aliyan kir ku hişmendiya paşguhkirinê berdin û bi demokratîk nêzîk bibin.

Emîna Umer di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku encamên tora 14‘an a civînên Astanayê mîna civînên berê bû û got: “Civînên Astanayê tu encamên şênber dernexist. Dîsa di civînan de Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk bi parçebûnê hatin tewanbarkirin. Em jî ji aliyê xwe ve van tewanan red dikin û encam û helwestên welatên grantorên Astanayê neyinî dibînin, ji ber ku tu proje ku karibe dawî li aloziya Sûriyê bîne peyda nekir. Berovajî wê bandoreke neyinî li çareserkirina aloziyê dike. Ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser a ku vîna gelên herêmê temsîl dike û mafê wê ye aloziyê çareser bike, paşguh kir.”

Meclisa Sûriye ya Demokratîk (MSD) demên beriya niha di bin navê diyalogên Sûrî-Sûrî de 3 komxebat li navçeya Eyn Îsa û bajarê Kobanê li dar xistin. Di van komxebatan de girîngiya komkirina opozisyona Sûriyê ya hundirîn û derve hate destnîşankirin. Her wiha ev komxebat ji bo fikr û projeya Rêveberiya Xweser û pêşketinên wê yên di aliyê siyasî û civakî û hwd bi destxistine ragihîne.

Têkildarî daxuyaniyên rejîma Sûriyê yên der barê projeya Rêveberiya Xweser de Emîna Umer got: “Rejîma Sûriyê bi daxuyaniyên xwe yên der barê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi temamî ji rewşê dûr e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya temenê aloziyê de yekîtiya xaka Sûriyê parast û di nava saziyên xwe de xizmet pêşkêşî welatiyan kir. Tişta ku rejîm der barê Hêzên Sûriye Demokratîk û Rêveberiya Xweser de behs dike diyar dike rêveberiyê rejîmê diyalogên bi armanca çareserkirina pirsgirêkên heyî naxwaze, naxwaze destûrek were avakirin ku xizmeta hemû pêkhateyan bike.”

Hevseroka MSD‘ê îşaret bi rejîma Sûriyê û dewletên garantor ên Astanayê kir û got: ‘‘Em xwediyê projeyeke niştimanî ne, nêrîneke me ya siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê heye. Em banga diyalogên Sûrî-Sûrî dikin û hemû bijêrkên leşkerî red dikin ku ji bilî wêrankirin, qetilkirin û koçberkirin ti fêde nedaye sûriyan, berovajî wê azarê xelên Sûriyê zêde kir. Li ser vê yekê divê dest ji hişmendiya paşguhkirinê berdin, ji derveyî xwe qebûl bikin û bi demokatîk nêzîk bibin da ku ku bighêjin çareseriyê.”

Têkildarî mijara asta cidiyeta Rûsyê ji bo misogerkirina diyalogan di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de hevseroka MSD‘ê Emîna Umer got: “Heta niha Rûsya ti garantî nedaye, hemû hewldanên wê di rêya daxuyaniyên çapemeniyê de sînordar mane. Heta roja me ya îro Rûsya bi awayekî cidî ti garantî ji bo diyaloganê di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rejîma Sûriyê de pêşkêş nekiriye.”Bi sponseriya Rûsya, Tirkiyê û Îranê 10 û 11‘ê Kanûnê tora 14‘an a civînên Astanayê li paytexta Astana Kazaxistanê bi rêve çû. Civîn bêyî ku tu encamê bigire bi dawî bû, dîsa li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewan hatin avêtin.

Têkildarî mijara asta cidiyeta Rûsyê ji bo misogerkirina diyalogan di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de hevseroka MSD‘ê Emîna Umer got: “Heta niha Rûsya ti garantî nedaye, hemû hewldanên wê di rêya daxuyaniyên çapemeniyê de sînordar mane. Heta roja me ya îro Rûsya bi awayekî cidî ti garantî ji bo diyaloganê di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rejîma Sûriyê de pêşkêş nekiriye.”212119_heseke-hev-seroka-msd-emina-omer

Back to top button