Arşîv

Meclisa Jinan bang li Rûsya kir ku xeta Astanayê veguherîne xeteke niştimanî

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê tora 14‘an a civînên Astanayê ya bi mijara Sûriyê de daxuyaniyek nivîskî da. Meclisa Jinan got, hebûna Tirkiyê ya beşên ji xaka Sûriyê dagir kiriye wekî garantorekê di civînên Astanayê de tê wateya paşguhkirina hemû sûc û binpêkirinên wê yên ku bi destê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” tên kirin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku nîqaşên di civînê de hatine kirin ku bê encam bûn, ti çareseriyeke rasteqîn ku karibe dawî li tundî, bêaramî û wêrabûna li Sûriyê bîne, peyda nekir û got: “Di civînê de xeteriyên li ser gelê Sûriyê hatin paşguhkirin, bi taybet hebûna dagirkeriya Tirk li gelek bajêrên erdîngariya Sûriyê ji Ezaz, Bab, Cerablus, Efrîn heta Girê Spî û Serêkaniyê.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku hebûna dewleta Tirk a beşên ji xaka Sûriyê dagirkiriye wekî garantorê civîna Astanayê tê wateya paşguhkirina hemû sûc û binpêkirinên ku bi destê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” têne kirin ku Tirkiyê û komên din ên çekdar desteka wan dikin, di heman demê de rewabûnê dide dagirkeriyê û sûcên wê yên li dijî gelê Sûriyê.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de bang li Federasyona Rûsyê ya sponserê sereke yê Astanayê kir ku “Xeta Astanayê veguherîne xeteke niştimanî ku xizmeta gelê Sûriyê bike û ji berjewendî û ejnîdeyên dewletên herêmê dûr be.”

Her wiha bang li hikûmeta Sûriyê kir ku projeya Rêveberiya Xweser nas bike û bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê danûstandinan bike, ku di şerê li dij terorê kedeke mezin dan û hevgirtina niştimanî û aştiya navxweyî parast.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27