Arşîv

Rêxistina Sara: Divê Artêşa Wetenî ya Sûriyê bikeve lîsteya terorê ya cîhanî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji berhmahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi navê ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Çeteyên Artêşa Wetenî gelek sûcên şer li dijî gelên herêmê pêk anîn. Jê bûyera qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef di 12`ê Cotmehê de, qetilkirina 3 xebatakrên tenduristiyê li Girê Spî di 21`ê Cotmehê de û lîstina bi cenazeyê şervan Amara Rênas tevî talankirina milkên sivîlan.

Rêxistinên sivîl, hiqûqî û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê dawiyê de bang kir ku divê Artêşa Wetenî ya Sûriyê bikeve lîsteya terorê ya cîhanî. Di vî warî de endama rêveber a Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Muna Ebdulselam got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku bi navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê tên naskirin, êrişî herêmê kir û di despêkê de vîna jina azad kirin hedef.”

Muna destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef kir hedef, ev jî îsbat dike ku ew vîna jinên azad dike hedef.

Di dawiyê de Muna bang li NY û rêxistinên têkildarî mafên mirovan û parastina wan kir ku Artêşa Wetenî ya Sûriyê bixin lîsteya terorê ya cîhanî. Muna destnîşan kir ku binpêkirinên wan ji kuştin, qetilkirin, wêrankirina gundan, bajaran, darvekirinên meydanî tevahiya qanûnên navdewletî binpê dikin.

Back to top button