Star FM… Deng û rengê jinan li herêma Cizîrê
Radyo Star FM di 15`ê Kanûna 2017`an hate avakirin û gaveke mezin di çapemeniya jinan a herêma Cizîrê de avêt. Bi xebata xwe ya xweser ji aliyê komek ji rojnemevanan dikaribû bigihîje hundirê civakê û rola jinan a civakê di hemû aliyan de derxe û hewl dide bigihîje hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandoreke mezin li ser pêşxistina radyo çêkir, ji ber xebatên di bin zextên gefan de beriya salekê û xebatên di êrişên dagirkeriyê ku dewleta Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bandoreke diyar li ser hewldanên radyoyê yên pêşxistina wê û gihandina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Avaşîn Hêlîn yek ji damezirînerên radyoya Star FM a navçeya Tirbespiyê ye. Avaşîn wiha got: “Radyo hate avakirin da ku deng, reng û rola jinan di civakê de derxe.”
Star FM yek ji çavkaniyên çapemeniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, bi rêya derxistina sûcên Tirkiyê li ser şêniyan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roleke girîng di teşhîrkirina wan sûcan de lîst.
Rojnemevana di radyoya Star FM Lîlav Hesen destnîşan kir ku radyo Star FM dikaribû vê salê nûçeyan, bernameyan bi her sê zimanan; erebî, kurdî û suryanî bide. Her wiha dikaribû rola serkêş a jinan di civakê de bi rêya bernameyên ku amade dike û diweşîne, derxe.
BERNAMEYÊN STAR FM’Ê
Rojnemevan Mêdiya Silêman diyar kir ku radyo gelek bernameyan pêşkêş dike, her wiha rojane 6 caran nûçeyan diweşîne. Mêdiya bi bîr xist ku ev bername ji bo hemû pêkhateyên civakê ne.
Radyo bernameyên cur bi cur diweşîne, ji wan bernameyan; Rojbaş, bernameya Diyalog, bernameya Gundê Me, Jin û Jiyan, Şevbaş, bernameya Çand û Awaz, bernameya Tenduristî, bernameyên dayîkan, jinên ciwan, bernameya Rojava Jin, bernameya Zanista Jin, bernameya pêşbirkên zarokan û gelek raporên taybet û hevdîtinên siyasî û civakî.