Arşîv

Li Reqayê çalakiyên jinan ên li dijî dagirkeriyê berdewam in

Piştî ku çalakiya konvedanê li bajarê Reqayê di dirêjahiya du rojan de lidar xistin, jinên bajarê Reqayê çalakî li dibistana Çandiniyê ya li bajarokê Kesrat a başûrê bajarê Reqayê lidar xist. Bi dehan jinên Reqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li çalakiyê bûn. Her wiha şaneyên ji Tebqa û Dêrazorê serdana çalakiyê kirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre kurtefîlmek girêdayî bûyerên li Sûriyê ji destpêka aloziyê ve û dagirkirina DAIŞ`ê ji bajarê Reqayê û heta rizgarkirina wê ji hêla QSD`ê ve hate pêşendan.

Di çalakiyê de endama rêveber a Meclisa Jin a başûrê gundewarê Reqayê Meryem El-Cirf, hevseroka Meclisa Gel a bajarokê Kesrat Sureye El-Xelîl axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku hikumeta Erdogan a faşîst piştî ku DAIŞ`ê ji herêmên hate tunekirin û ewlehî pêk hat hewl dide projeya neteweya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û di radeya yekemîn de jinê dike hedef. Bi taybet piştî azadî û serxwebûna ku di tevahiya astan de bi dest xistiye.

Axaftvanan komkujiyên li dijî zarokên Efrînê ya li Til Rifetê pêk hatiye, şermezar kirin û diyar kirin ku civaka navneteweyî van komkujiyan paşguh dike û tu helwestek cidî nişand nade.

Axaftvanan destnîşankirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna Tirkiyê û çeteyên wê li ser axa Sûriyê çendîn hincetên wan hebin red dikin û ew bi berxwedanê heya derxistina dijmin ji axa Sûriyê girêdayî ne. Axaftvanan banga vegera koçberan ji warên xwe re kirin.

Piştî bidawîbûna axaftinan Koma Beraêm El-Tifule ya Reqayê şanoyek pêşendan û tê de piştgiriya xwe bi zarokên Til Rifetê re diyar kirin.

Çalakiya konvedanê wê heya dawiyê vê rojê bidome.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27