Arşîv

‘Divê Camiyeya Erebî û civaka navdewletî berpirsyariyên xwe li ser êrişên Tirkiyê pêk bînin’

Buroyên Jinan a partiyên siyasî yên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî herêma Cizîrê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand. Rêvebera PYD’ê Nermîn Yûsiv daxuyanî li pêş Navenda Hêzil a Çand û Hunerê xwend ku tê de bang li bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Jinên endamên buroyên jinan ên partiyên siyasî wiha ne; PYD’ê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Muhafazekaran, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Partiya Yekitiya Suryan û Desteya Neteweyî ya Erebî.

Jinan di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Em wek hêza siyasî ya bi nûnertiya vîna jinan a azad a navçeya Tirbespiyê bi tundî êrişên dewleta Tirk û dagirkirina wê ya xaka Sûriyê û destdirêjiya li ser serweriya wê, şermezar û lanet dikin.”

Êrişên dewleta Tirk binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî û gefa li ser hevsengiyên navdewletî yên girêdayî şerkirina terorê li Sûriyê ye û wiha jinan îşaret pê kir: “Van êrişan yekser tiştên di salên borî de ji ewlehî û aramî hatine dabînkirin, hedef girtin û her wiha jî bi mebest girtîgehên ku tê de girtiyên DAIŞ’ê û kampên ku malbatên wan dihewînin, kirin armanc.”

Jinên partiyên siyasî der barê binpêkirinên dewleta Tirk ya hedefgirtina tîmên tenduristî, karwanên sivîl ên mirovî û rojnamegeran de wiha got: “Gelek sivîl û rojnameger şehîd bûn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hejmareke mezin ji van sûcan di rapora xwe ya 18’ê Cotmehê de belge kirin. Ji wê zêdetir jî şahideya bijîşkan der heqê şewatên nenas de hatin belgekirin.”

Girêdayî mijarê jinên partiyên siyasî bi rêya daxuyaniyê, bang li rejîma Sûriyê kir ku bi erkên xwe yên neteweyî û parastina serweriya xaka Sûriyê rabin û banga hilgirtina berpirsiyariya mezin li Camiyeya Erebî û civaka navdewletî der barê dagirkirina Tirkiyê, koçberkirina şêniyên sivîl û guhartina demografiya li herêmê, kir.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9’ê Cotmehê ve rastî êrişên dijwar ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Artêşa Wetenî ya Sûriyê ve tên. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrişan û heta niha li gel bêdengiya navdewletî û herêmî bi dehan komkujî li dijî sivîlan pêk anîne û her wiha jî bi hezaran şênî ji malên wan neçarî koçberiyê kirin.

Back to top button