Arşîv

Ayşa Hiso: Astana temenê şerê li Sûriyê dirêj dike

Ji bo nirxandina rewşa li Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û rêyên çareserkirinê di çarçoveya projeya netewa demokratîk de, PYD`ê civînek li Hola Selam a bajarê Hesekê li dar xist.

Di civînê de hevseroka PYD`ê Ayşa Hiso, nûner û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd û gelek endamên saziyên li bajêr amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre hevseroka PYD`ê Ayşa Hiso wiha got: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li qadên têkoşînê, aborî û leşkerî li kêleka hev in, zarokên wan ji bo vî welatî xwe feda dikin. Em dizanin ku hevgirtina di navbera pêkhateyan de encama projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser e.”

Ayşa wiha domand: “Dewleta Tirk ji destpêkê ve bi rêya Astana hewl dide temenê aloziya Sûriyê dirêj bike, ku ji aliyê Tirkiyê, Îran û Rûsya tê li darxistin. Yê ne amade û tenê bi nav amade ye rejîma Sûriyê ye. Astana jî rêya dirêjkirina şerê li Sûriyê ye û rawatiya dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye.”

Ayşa Hiso nerazîbûna xwe ji encamên Astanayê re diyar kir û wiha got: “Der barê encamên Astana ku derketin de, em wek Rêveberiya Xweser itîrafê bi tu encamên wê nakin.”

Ayşa Hiso destnîşan kir ku Astana hewl dide derbeyê li pêkhateyên li Sûriyê bixe û wiha domand: “Astana hewl dide mezhebperestî û nîjatperestiyê li Sûriyê derxe û kesên din qebûl neke. Em gelê Sûriyê hemû, dizanin ku ev pêvajo ya dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên me re û guhertina demografiya wan dîrokî ye. Ji ber vê yekê divê bi diyalog û hevgirtinê, vê aloziyê derbas bikin.”

Hevseroka PYD`ê da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Rêveberiya Xweser bi rêya projeya xwe hewl dide Sûriyê ber bi dewleteke demokratîk ve bibe û mafên her ferdekî bide.

Ayşa Hiso serdana Elî Memlûk ji bajarê Qamişlo re weke fitne bi nav kir û wiha domand: “Civandina Memlûk tenê bi pêkhateya Ereb re û daxwaza wî ku şêniyên xwe ji QSD`ê vekişîne fitne ye. Em hemû dizanin ku serdana wî bi armanca pêkanîna fitneyan di navbera pêkhateyan de ye, lê bersivdana eşîran herêmê bihêz bû û gotin ku ew careke din nabin amûr di destê rejîmê de.”

Ayşa wiha domand: “Doza Kurd ji dozên ku divê li Sûriyê bê çareserkirin e, kilîta hemû dozên girêdayî gelan li gel Rêveberiya Xweser e. Dema ku em li hevgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û banga jinên Ereb ji bo biratiya gelan, dinêrin, wê demê dizanin ku kilîta çareseriyê bi Rêveberiya Xweser re ye.”

Di dawiyê de Eyişa Hiso wiha got: “Em bi diyaloga Sûrî – Sûrî re ne, lê em îsrar dikin ku em venegerin li sala 2011`an û neqebûlkirina kesên din, ji ber projeya me demokratîk e û parastina hemû mafan dike.”

Di dawiya civînê de deriyê nirxandinê li pêşiya beşdaran hate vekirin. Beşdaran piştrast kir ku gelên herêmê bi rêya hevgirtina xwe li pêşiya êrişa Tirkiyê sekinîn û planên wê di derbekirina gelên herêmê de, bi bin xistin.

Beşdaran bang li civaka navdewletî kir ku di zûtirîn dem de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên ku dagir kirine, derxe.

Back to top button