Arşîv

Konferans bi hilbijartina 5 koordînesyonan bi dawî bû

EFRÎN – Konferansê yekemîn a Kongreya Star li ser asta Kantona Efrînê bi hilbijartina 5 koordînesyonên kongreyê yên kantonê bi dawî bû.

Bi dûrişmeya ‘Jina zana bingeha avakirina civaka demokratîk e’Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê konferansa  xwe yekemîn bi beşdarbûna 170 delegeyên ji kantonê û bajarê Helebê li dar xist.

Koordînsyona Kongreya Star Zelal Ceger, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hîvîn Reşîd, Seroka Desteya Jin Fatime Lekto, Nûnerên YPJ, Asayîşa Jinê, HPC-Jin û saziyên jinan ên li kantonê tevlî konferansê bûn.

Piştî axaftinan, xebatên kongreyê ya sala 2016`an hat nirxandin. Jinan ji ber ku xwe neghandin hemû jinên kantonê ji ber vê yekê jî kuştina jinan zêde bû, zewaca temenê biçûk û berdan dewam kir rexnedayîna xwe dan.

Di konferansê de pişniyara vekirina akademiyên taybet ji bo jinan da ku jin rastiya xwe bihêtir nas bike û civaka demokratîk ava bike  hat kirin.

Di koferansê de ji bo xebatên sala 2017 hin biryar hatin girtin. Hin ji wan biryaran wiha ne:

-Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîn wê dewam bike.

-Komîteya Rêveber a navçeyan wê tevlî perwerdeya zanistan jinê(Jinelojiya) bibin û perwerde wê di komînan de werin vekirin.

-Aktîfkirina komînan.

-Zêdekirina hejmara jinan di nava hêzên HPC-Jin de.

-Derbarê têkoşer Sakîne û hevreyên wê semîner werin dayîn û belgefilin werin amadekirin.

-Hemleya tevlîbûna nava YPJ`ê wê dewam bike.

-Zêdekirina endamên Hêzên Asayîşa Jinê.

-Xwegihandina hemû jinan.

-Zêdekirina hejmarên akademiyên Kongreya Star

Di dawiya konferasnê de Şêrîn Hisen, Wehîde Xelîl, Newroz Haşim, Eyşe Hiso û Eyşe Xezene wekî koordînesyonên Kongreya Star ên Kantona Efrînê hatin hilbijartin.

(kc)

ANHA

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27