Arşîv

Foza Yûsif: Helwesta Amerîkayê ya lawaz û bêdengiya Rûsya hîşt ku dewleta Tirk êriş bike

Foza Yûsif bal kişand ser giringiya yekitiya niştimanî li hemberî hewldanên qirkirina etnîkî û guhartina demografî ku dewleta Tirk pêk tîne û da zanîn ku pêkhateyên herêmê helwesta Amerîkayê ya lawaz û bêdengiya Rûsya hîşt ku dewleta Tirk êriş bike û derheqê gelên herêmên de komkujiya pêk bîne.
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) der barê êrişên qirkirina etnîkî yên dewleta Tirk û polîtîkayên guhertina demografiya herêmê yên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komxebatekê pêk tîne.

Komxebat bajaroka Rimêlanê ya Qamişloyê bi rengê sê rûniştinan pêk tê. Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif li komxebatê axivî û rewşa dawî ya li herêmê nirxand.

Foza Yûsif anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke zehmet de ye û dewleta Tirk bi destûra hêzên DYE û Rûsyayê dest bi êrişê kir, qirkirina etnîkî dike û demografiya herêmê diguherîne.

Foza got: “Dewleta Tirk tevî kiryarên xwe hemûyan bi ser neket û hîn jî êrişî herêmê dike. Dewleta Tir bi van êrişên xwe dixwaze pêkhateyên herêmê tine bike. Dixwaze fitneyê bixe navbera pêkhateyan. Çeteyên DAÎŞ’ê bi navê koçberên Sûriyeyî li hev kom kiriye û bi wan êrişî herêmê dike. Erdogan dixwaze îradeya me têk bibe. Em 8 sal in xwe diparêzin. Em ê heta dawiyê parastina xwe dewam bikin.”

Foza Yûsif wiha dewam kir: “Gelê me wê tu carî ji bîr nekin ku DYE û Rûsyayê destûr dan Tirkiyeyê ku êriş bike. Bi navê ol li Serêkaniyê û Girê Spî êrişî gel dikin. Dewleta Tirk gefê li pêkhateyan hemûyan dixwe. Gelê me wê li ber kiryarên li Serêkaniyê, Girê Spî û Til Rifatê rabe. Divê em şehîdên xwe yên ku ji bo me, ji bo xaka me canê xwe feda kirin nas bikin. Em ê destketiyên şehîdan ji kesî re nehêlin. Em ê vê xakê ji dagirkeran biparêzin, li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wan li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin. Eger em bibin yek wê ti hêz nikaribe li hemberî me raweste.”

Komxebat dewam dike.

Back to top button