Arşîv

Pêngava jinan a li Reqayê bi dawî bû

Ji destpêka êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Jinan a Reqayê pêngava “Em bûne yek em bi ser ketin em ê li ber xwe bidin ta biparêzin” bi dirûşmeya “Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” berdewam kir.

Di çarçoveya pêngavê de daxuyanî hatin dayîn, meş û çalakiyên kon hatin lidarxitin û semîner û civîn hatin lidarxistin.

Çalakiya pêngavê bi vedana kon li gundê Hikûmiyê yê bakurê bajarê Reqayê bi dawî. Endamên meclis, nûnerên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, YPJ, Buroya Erka Xweparastinê û endamên sazî û rêxistinên jinan beşdarî çalakiyê bûn.

Konê çalakiyê bi alên QSD, YPJ, wêneyên şehîdan û pankartên “Dagirkerî tundî ye, Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” û “Jinên Firatê serî hildin” hatibû xemildanin.

Endama Buroya Jinan Xilûd El-Elî, bi navê Meclisa Jinan a Sûriyê endama meclisê Bitûl Hemzawî, bi navê Buroya Jinan a MSD‘ê endama buroyê Nîroz Ebdulrehman axivîn.

Di axaftinana de bal hate kişadin ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navdewletî ya li hemberî van kiryaran wekî xaleke reş li ser eniyê mirovahiyê hate bi navkirin.

Kesên axivîn bang li rêxistinên navnetewî yên têkildarî mafên mirovan kirin ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî sûcên li dijî gelên herêmê pêk bînin.

Piştre koma Beraîm El-Tifûla stran gotin û diyarî zarokên navçeya Til Rifatê kirin. Her wiha belgefîlmeke li ser rola QSD û YPJ‘ê ya têkbirina terorê li bakurê Sûriyê hate pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de Rêvebera Rêveberiya Jinan a Reqayê Zuleyxa Ebdî daxuyanî xwend û got: “Pêngava Rêveberiya Jinan a Reqayê bi koordîneya Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi rasthatina 25‘ê Mijdarê bi dûrşmeya “Dagirkerî tundî ye, Bi Berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin” bi rêve çû.

Bi vê dirûşmeyê hest û hêza hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jinên li Reqayê bûne yek ku bi hêz û cesareteke mezin tev li çalakiyê bûn. Her wiha asta hevgirtina jinan a bedenî û ruhî ya li hemberî binpêkirinên li ser wan diyar kir.

Rengê ku di vê pêngavê de derketî pêş de balkişandina li ser aliyê komkujiyên hovane ku li ser destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li dijî gelê me û zarokên me têne kir e. Her wiha di vê pêngavê de îşaret bi tundiya li dijî jinan di aliyê siyasî, civakî û aborî de li Sûriyê kir. Bi taybet ji aliyê dewleta Tirk ve. Ji ber vê yekê ev çalakî rihek da jinên Reqayê da ku xeta Hevrîn Xelef, Dayika Eqîde, şehîd Amara bidomînin.

Çalakiyên pêngavê ji civîn girse, semînerên li ser 25‘ê Mijdarê, şano, pêşangeh û kon pêk dihat. Li tevahî bajar û gundewarên wê çalakî hatin lidarxistin.

Em gefên li dijî QSD‘ê û hebûna hêzên biyanî re dikin û banga darizrandina sûcdarên li dijî jinan sûc kirine dikin. Cûreyê tundiya li ser jina çi aliyê DAIŞ be çi jî çeteyên Tirkiyê û artêşa wê be em ê bi vê hêzê têkoşîna xwe di sedsala 21‘an de mezintir bikin û bikin serdema guhertin û azadiya jinê û bikin serdama azadiya gelan a ji bo demokrasiyê.”

Back to top button