Arşîv

Li Hesekê”Mala Cîhana Zarokan” hat vekirin

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê îro li navçeya Xerbî (Rojava) ya bajarê Hesekê baxçe û dayîngeha zarokan bi beşdariya bi dehan ji şêniyên Hesekê û endamên komîteya perwerdê, vekir.

Di baxçeyê de du beş hene. Beşa dayîngeh û beşa baxçeya zarokan heye.

Çavdêra li ser baxçeyê Narîn Mihemed ragihand ku ew pêşwaziya zarokên di navbera 3 heta 5 saliyê dikin. Lê zarokên dayîngehê temenê wan di navber du meh heta 2 salan, pêşwaz dikin.

Narîn bal kişand ser ku armanc ji vekirina baxçeyê lîskandina zarok, perwerdekirin û tevlêkirina nava civakê ye.

Baxçe”Mala Cîhana Zarokan” pêşwaziya tevahî zarokên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan dike û 5 mamoste li ser çavdêr in.

Di merasîma vekirinê de, dayika şehîd Vîn Hesekê(Şêxe Mecîs Hesen) ku di hemleya Çiyayê Kezwan de şehîd bûbû, deriyê baxçeyê vekir. Piştre zarok û beşdarên merasîmê li nava baxçeyê gerîn.

Back to top button