Arşîv

Civîna salane ya Kongreya Star a Helebê bi girtina biryaran bi dawî bû

Civîna salane ya Kongreya Star a bajarê Helebê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Hola Efrîn a li herêma Şiqêf di saetên sibehê de destpê kir.

Di civînê de rapora salane ya kongreyê hate xwendin. Bendên raporê yên der barê rewşa rêxistinî, pirsgirêkên ku li pêşiya kar derketin û mekanîzmeya derbaskirina astengiyan de hatin nîqaşkirin. Ji pirsgirêkên ku derketin; zehmetiya qebûlkirina civakî ya ji qanûnên jinan, bi taybet qanûnên girêdayî qedexekirina zewaca di temenê biçûk de û pirkirina hevjînan. Hate destnîşankirin ku ji bo rêgirtina li ber vê yekê pêwîste pêngavên hişyarkirinê werin destpêkirin.

Beşdaran her wiha destnîşan kirin ku pêwîst e, hevkarî bi Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan re were pêkanîna da ku xwe bighîne hemû hevjînên şehîdan.

Piştî nîqaşan biryar hatin standin û plansaziya dema pêş hate diyarkirin. Ji biryaran hatin girtin ev in:

-Serdana malbatên şervanên YPG û YPJ‘ê bê kirin.

-Ji bo zarokên bê kes mane, navendek pêşxistinê were vekirin.

-Dewreyên perwerdeyê yên zimanê kurdî û erebî werin vekirin.

-Dewreyên perwerdeyê yên bikaranîna çekan werin vekirin.

-Pêşxistina projeyên aborî.

-Dewreyên fêrkirina computer werin vekirin.

-Serdan û civînên di nava taxê de werin zêdekirin.

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Di dawiya civînê de beşdaran diyar kir ku ew ê xebatên xwe bidomînin ta azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirian Bakurê Sûriyê ji dagirkeran misoger bikin.

Back to top button