Arşîv

Desteya Jin serdana kampa Waşûkanî kir

Şandeyek ji Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şopandina rewşa koçberan serdana kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê kir.

Şande ji seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro û cîgira wê Rûken Mele Îbrahîm û hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo pêk dihat.

Endamên şandeyê destpêkê hevdîtin bi rêveberê kampê Hisên Yûsif re kir. Yûsif behsa rewşa koçberan di zivistanî de, xizmetên ku pêşkêşî wan dikin û pêwîstiyên koçberan kir. Piştre şande di nava kampê de geriya û serdana dibistana wê kir.

Têkildarî serdanê Cîhan Xidiro ji ANHA‘yê axivî û got: “Ev cara yekemîn e wekî Desteya Jin serdana kampa Waşûkanî dike. Armanca me ji vê serdanê rewşa şêniyên xwe yên ji herêmên li ser sînor nas bikin ên ji ber êrişîn Tirkiyê koçber bûne, her wiha rewşa jinên li kampê bişopînin.”

Cîhan, destnîşan kir ku koçber di rewşeke pir zehmet de ne, li gel rewşa hewayî ya ne baş derfetên Rêveberiya Xweser kêm in û got: “Ji destpêka êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên li ser sînor ve rêxistinên navnetewî erka xwe ya li beramberî koçberan bi cih neanîne .”

Seroka Desteya Jin, bal kişand ku her kes dizane ku armanca dagirkeriya Tirk parçekirina Sûriyê ye: “Tirkiyê rêz ji xaka Sûriyê re negirt. Tevahî cîhanê dît dema êrişî Efrînê kir û niha Serêkaniyê û Girê Spî. Armanca wê ya sereke guhertina demografyaya herêmê ye.”

Cîhan Xidiro di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku civaka navdewletî ji komkujî û binpêkirinên li herêmên dagirkirî têne kirin berpirsyar e û anî ziman ku “Çanda wan herêman hate tinekirin, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê binpêkirinên dermirovî li dijî sivîlan pêk tînin.”

Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro bang li gelên cîhanê kir ku helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriya Tirk diyar bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin û hesab jê bixwazin. Her wan bang li Konseya Ewlekariyê kir ku bi grantiya navnetewî lez bidin vegera koçberan.

Şande piştre berî da Akademiya Beyt Nehrên a Jinên Ciwan ên Suryan a li bajarê Hesekê û Cejna Neol li wan pîroz kir.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27