Arşîv

Jinên Suryan: Êrişa Tirkiyê berdewama qirkirinên berê ne

Împaratoriya Osmanî di salên di navbera 1914-1915`an de di şerê cîhanî yê yekemîn de komkujiyek hovane li dijî gelê Ermen pêkanî. Gelek dewletan bi komkujiya li dijî ermenan îtiraf kir.

Di êrişên Tirkiyê yên domdar de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmehê ve dagirkerî êrişî hejmarek mezin ji gundên herêma Xabûr li navçeya Til Temirê kirin. Bi hezaran asûr û ermen niştecihên wan gundan in.

Berpirsa Yekitiya Jinan a Suryan şaxê Hesekê Îlham Mitlî dibêje: “Gefên Tirkiyê ne nû ne lê ji berê ve ne.”

Îlham destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagiker ji ber hevgirtina gelên herêmê nikare tiştek bi dest bixe û hebûna Rêveberiya Xweser ji dewleta Tirk a dagirker re şoka herî mezin bû.

Îlham diyar kir ku Erdogan di êrişa xwe ya dawîn de xwest vîna jinê bişkîne û wiha axivî: “Îsbata herî mezin jî qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef e. Tirkiye bi êrişên xwe tevahiya pêkhateya dike hedef. Artêşa Tirk a dagirker hewl da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de Til Temirê dagir bike. Lê bi saya hêzên hevpar ên Meclisa Leşkerî ya Suryan êriş hate şikandin. Dagirkerî ne tenê pêkhateyekê dike hedef lê belê tevahiya pêkhateyên herêmê dike hedef.”

Endama rêveber a Mala Jin a Suryan Rîma Yusif Romans êrişên dawîn ên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên wê li ser zarok û sivîlên bêguneh şermezar kir û got: “Artêşa Tirk a dagirker komkujiyan li dijî tevahiya pêkhateyan pêk tîne ne tenê li dijî pêkhateya Kurd. Ji ber ku pêkhateyên herêmê bi ciherengiya xwe hevgirtî ne.”

Rîma axaftina xwe wiha domand: “Êrîşên Tirkiyê yên domdar berdewama komkujiyên dewleta Osmanî ne. Di nav de komkujiya Ermen a ku di encamê de milyonek û 500 hezar sivîl ji pêkhateya Ermen bûn qurban. Her wiha komkujiyê Sêfo li dijî Asûr, Suryan û Keldan. Komkujiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e wan komkujiyan e.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27