Arşîv

Li Beyrûtê tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nîqaşkirin

Werşeya perwerdeyê ji bo nîqaşkirina destkefiyên jinan di civakê de û bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Jinên Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî, Weqfeya Jîn a Jinan û her wiha rêxsitinên jinan li Beyrûtê beşdarî werşeyê bûn.

Di werşeyê de seroka Weqfeya Newroz Henan Osman semînerek der barê tecrubeya jinên Kurd, beşdarbûna wan ji pêvajoyên biryarê re di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da.

Henan di semînera xwe de bal kişand ser pêngavên têkoşînan jinan ji destpêka avakirina rêxistina Kongreya Star ku armanca xwe avakirina civakeke ku jin û mêr tê de wek hev bin, parastina mafên jinan ên bingehîn. Henan di dewama semînerê de behsa qanûnên parastina jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got ew tecrubeyeke baş e û divê li tevahî Sûriyê esas were girtin.

Her wiha di werşeyê de biryara navdewletî ya 1325’an a sala 2000`an a taybet bi jinan, ewlehî û aştiyê ku armanca wê jin bigihîjin navendên avakirina biryaran, hat nîqaşkirin.

Di dawiyê de di navbera beşdaran de nîqaş der barê tecrubeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku bi pêşengiya jinan ava bûn û belavbûna tecrubeyê li tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn, hat kirin.

Back to top button