‘Pêwîste hevpeymaneke civakî were amadekirin ku mafên jinan di destûrê de mîsoger bike‘

Li taxa Şêxmeqsûdê, Meclisa Jinan a Sûriyê ya şaxê Helebê bi mijara nirxandina rewşa siyasî li ser asta Sûriyê û cîhanê panelek li dar xist. Girseyek ji nûnerên partî, saziyên sivîl û çand û çalakevanên serbixwe yên jin di panelê de amade bûn.
Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Berdevka Meclisa Jina Sûriyê şaxê Helebê Heyfa Hesen bi xêrhatina beşdaran kir û spasiya wan kir ji ber hewldanên wan ên lêgerîna çareseriyeke ji bo bidawîkirina azarên jinên li Sûriyê.
Cîgira Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nûjîn Yûsif der barê rewşa siyasî de got, hemû alî destwerdanê di Sûriyê de dikin û aloziyê kurtir dikin, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a xwe dispêra netewa demokratîk çareserî ji bo pêşeroja Sûriyê re danîn. Di vê projeyê de mafên jinan û wekheviya hemû pêkhateyan mîsoger e.
Nûjin diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qadan de siyasî, leşkerî, civakî û doplomasî roleke pêşeng kir û dikarin hevpeymaneke civakî taybet bi jinan deynin ku di destûra Sûriyê ya pêşerojê de bibe bingeha azadiyê jinan.
Nûjîn Yûsif, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî van êrişan şermezar kir û bang li hêzên sûrî û jinên Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bikin û diyalogên navxweyî pêk bînin da ku bighêjine çareseriyeke û ji dagirkeriyê xilas bin.
Beşdaran der barê rewşa siyasî û rewşa jin nerînên xwe anîn ziman. Hate gotin ku xema yekem a jinên Sûriyê dawî li aloziyê were û formeke çareseriyeke were dayîn ku hemû pêkhate jê razî be û mafên jinan mîsoger bike.
Cîgira seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Nûjîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste hevpeymaneke civakî ji bo hemû jinên sûrî were amadekirin ku mafên wan di destûra Sûriyê de mîsoger be.