Arşîv

Şervana YPJ‘ê Rewşen… sembola serkeftina şoreşê ye

Şervana YPJ‘ê Rewşen Ekrem Hisên bi nasnav Rojava Şîbî sala 1997‘an li gundê Qeremanî yê 5 km dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê çavê xwe li dinê vedike. Rewşen di nav malbateke welatparêz de ji 8 xuişk û 3 bira pêk tê mezin dibe.

Rewşen a ku li gund mezin bûye, bi hezarkirina xwe ya ji sewlan re dihat naskirin û hin dema xwe bi wan re derbas dikin. Rewşen li gel xwendina xwe alîkariya dayika xwe di karê malê de kir. Ji ber dilnizmî, aramî û hezkirina wê ya ji derdorê re cihê xwe di dilê her kesî de girt.

Bi destpêka Şoreşa Rojava re bi sedan ciwanên herêmê ji bo parastina welat cihê xwe di nava hêzên parastinê YPG û YPJ‘ê de girtin. Di nav de Rewşen ji jinên ciwan ên destpêkê bû ku beşdarî refên YPJ‘ê bû û erka xwe ya jina şoreşger bi cih anî.

Rewşen, cihê xwe di gelek pêngavên YPG û YPJ‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê de girt, di pêngava rizgarkriina bajarê Reqa û Dêrazorê de cih girt û bi sedan jinên Êzidî ji DAIŞ‘ê rizgar kirin. Şervana YPJ‘ê Rewşen ji ber baş dizanî çeka sûqastê bi kar bîne bi navê Rewşena Sûqastçî dihat naskirin.

‘DIVÊ ÇEKA APÊ MIN LI ERDÊ NEMÎNE‘

Bavê şehîd Rewşen, Ekrem Hisên dibêje: ” Şehadeta apê Rewşen, Osaman banodoreke mezin li kesayeta Rewşen kir. Rewşen biryar da ku xeta wî bidomînin, li ser vê yekê tev li refên YPJ‘ê bû. Destpêkê min biryara wê qebûl nekir ji ber ku min xwest xwendina xwe temam bike, lê wê israr kir ku tevlê bibe û got: “Yabo divê ez çeka apê xwe yê şehîd rakim û xeta wî bişopînim heta tevahî xaka dagirkirî rizgar bikin.”

Ekrem diyar kir ku wî keça xwe gihand navenda YPJ‘ê ya Dirbêsiyê û jê xwest ku xurt û serê gelê herêmê hilde.

‘REWŞEN JI BO ME CIHÊ SERFÎRAZİYÊ YE’

Bavê şehîd Rewşen anî ziman ku Rewşen ji bo wan cihê şehnaziyê ye, ji ber ku çeka apê xwe hilgirt da ku xelk û xaka xwe biparêze “Rewşen sekvan bû, bi çeka xwe şerê DAIŞ‘ê kir û bi sedena kes ji zulma DAIŞ‘ê rizgar kir.”

‘REWŞEN QEBLÛL NEKIR KU DI CIVAKÊ DE BÊ ROL BE‘

Apê şehîd Rewşen, Mihemed Hisên destnîşan kir ku Rewşen ji bo xwe qebûl nekir ku di civînê de bê rol be, her tim hewl dide ji bo rakirina zulma li ser jinan têkoşînê bike û got: “Em hemû bi wê serbilind in ji ber ku rêya rast, rêya şeref û rûmetê pejirand.”

Di 9‘ê Cotmehê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi armanca qirkirinê êrişê dijwar anîn ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji herêmên ku herî zêde hatin êrişkirin Serêkaniyê bû. Şervana YPJ‘ê Rewşen di mildest berê xwe dide bajarê Serêkaniyê. Di vê der barê de bavê wê dibêje: “Min nedizanî ku çûye Serêkaniyê, lê di hundirê me hestek çêdibe ku dê şehîd bikeve.”

Der barê şehadeta keça xwe de, Ekrem Hisên dibêje: “Kêliyeke pir bi êş bû ji ber ku keça min a biçûk û parçeyek ji kezeba min e. Di heman demê de ez serbilind bû ji ber ku bavê şehîdekê Berxwedana Rûmetê de ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê me.”

Şervana YPJ‘ê Rewşen anku Rojava 13‘ê Cotmehê di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser bajarê Serêkaniyê de şehîd dibe û dibe yek ji sembolên jina azad ku navê xwe di rûpela dîrokî de nivîsand.

Back to top button