Arşîv

‘Divê aliyên ku yekitiya kurdî asteng dikin werin dûrxistin’

Bangewaziyên yekitiya neteweyî ya kurdî zêde dibin. Lê belê hin alî hene ku xebatên avakirina yekitiya neteweyî asteng dikin.

Endama Foruma Çandê ya Helebê Bêrîvan Hemûş got: “Însiyatîfa yekrêziya kurdî ya ji aliyê rewşenbîrên Helebê ve bi regnê avakirina Foruma Çandê ya Helebê bû. Armanc jê yekrêziya refê bû da ku li pêşiya çareserkirin doza kurdî nebe asteng.”

Bêrîvan wiha domand: “Wek rewşenbîr armanca me nîqaşkirina hemû nêrînên hatine pêşkêşkirin bê cudabûn û paşguhkirina tu aliyan da ku bi biryarekê encam bigire ku berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî de bigire. ”

Der barê girîngiya yekitiyê bi taybet di vê pêvajoyê de Bêrîvan ev tişt anî ziman: “Êşa me ji bo Efrînê yanî ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kişand hişt ku kolana kurdî bibe yek û rexmî nakokiyên partiyetî dagirkeriya Tirk red bikin. Li vir divê em nakokiyan deynin aliyekî û bibin destek.”

‘BEŞEK LI SER CIVAKA KURDÎ BÛYE PIRSGIRÊK‘

Endama Foruma Çandê ya Helebê Bêrîvan Hemûş di dawiya axaftina xwe de got: “Hin kes li doza kurdî temaşe dikin, em dikarin wan wekî pirsgirêk an kelem li ser civaka kurdî bi nav bikin. Divê ew werin dûrxistin da ku nasnameya kurdî mîsoger bibe.”

Hevseroka Foruma Çandê ya Helebê Leyla Xalid bal kişand ser ku rola rewşenbîran di vê pêvajoyê de gelekî girîng e û wiha domand: “Em di pêvajoya tunekirina hebûna Kurd re derbas dibin, ji ber ku dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane êriş dike û komên tundraw bi kar tîne da ku projeya jiyana hevbeş û biratiya gelan têk bibe.”

Back to top button