Arşîv

Kargeha Lara şaxeke xwe li navçeya Amûdê vekir

Komîteya Aboriyê ya Jinan a Herêma Cizîrê 3 kooperatîf “Xemla jinê, dikana tirşû, dikana şêraniyên “Lara” li navçeya Amûdê vekir. Şîraniyên Lara yek ji şaxên kargeha “Lara” ya şêraniyan e ku di 13`ê Kanûna borî de li bajarê Qamişlo hate vekirin. Li gorî endamên jin armanca vê projeyê ew e ku têkiliyên di navbera jinên herêmê de werin xurtkirin û her wiha aboriya jinan geş bibe.

Kooperatîf dikaneke şîraniyan e ku tê de hemî cureyên şîraniyan wekî kinafe, pasteyên normal û yên kevneşopî, şîraniya bisimîd, beqlewa, tiliyên ji mewîjan, xerîbê, coz el-hind û hemî cureyên biskuwîtan tên firotin.

Di dikanê de 2 jin kar dikin û bi nîvekarî dixebitin.

Dikan ji saet 8:00’an heta saet 13:00’an vekirî ye. Piştî navbera nîvroj ji saet 15:00’an heta saet 19:00’an vekirî dimîne.

Endama rêveberiya Komîteya Aboriyê ya Jinan li navçeya Amûdê Sûad Nasan wiha ji ajansa me ANHA`yê re axivî: “Em bi rêya kooperatîfan hewl didin ku hevkariya di navbera jinan de xurt bikin û aboriya jinan bi pêş bixin û bihêlin ku jin pişta xwe nedin tu kesî. Her wiha armanca me ne qezenc e, lê belê armanca me pêşxistina jinan e û têkbirina zîhniyeta ku aboriyê tenê bi mêran ve girêdayî dibîne.

Sûad Nasan di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku di aliyê aborî de pişta xwe bidin xwe û li dijî hemû astengiyan li ber xwe bidin û zîhniyeta ku ji beriya bi dehan salan ve li ser wan hatiye ferzkirin, têk bibin.

Ji aliyê xwe ve Misqal Ehmed ku ji şêniyên Amûdê ye, wiha got: “Ez her tim berê xwe didim dikana Lara. Ji ber ku şîraniyên xwe xweş û erzan in.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27