Arşîv

Jinên li Tebqayê xebatên xwe yên sala 2019‘an nirxandin

Civîn li navenda çand û hunerê ya herêma Tebqayê hate lidar xistin. Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Rewşen Hemê, hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî û bi dehan jin ên di nava saziyên sivîl û leşkerî yên Tebqayê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro rewşa siyasî nirxand.

Rêveberiya Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Wela El-Nacîn rapora salane ya Meclisa Rêveber a Jinê xwendin. Rapora salane ya Meclisa Qanûnsaz a taybet bi jinê ji aliyê Rewşen Hemê ve hate xwendin.

Beşdaran rewşa siyasî, rewşa jin di nava saziyan de nirxandin û ji bo pêşxistina kar û xebatên jinan pêşniyarên xwe anîn ziman.

Piştre plansaziya dema bê hate danîn, ji wan; zêdekirina serdana malbatan bi rêya komîteyên pispor da ku li ser rewşa wan a civîn û ya jinê bisekine, zêdekirina çalakiyên jinan û vekirina projeyên aborî ji bo jinên bî û yên ji hevjînên xwe cûda bûne.

Der barê xebatên jinan di Rêveberiya Sivîl a Tebqayê de yê sala 2019‘an de belgefîlmeke the pêşandan.

Civîn bi nîqaşan li ser astengiyan ku jinan di sala borî de kişandin û çareserkirinê bi dawî bû.

Back to top button