Arşîv

​​​​​​​Sê Jinên Azad: Pakize, Sêvê, Fatma

“Rêveberiya Xweser û parastina rewa mafê me yê herî bingehîn e û em dest ji mafê xwe bernadin. Bawerkin Botan serbikeve dê hemû mirovahî serbikeve.”

Ev gotinên Hevseroka Meclisa Gel a Slopî, Pakîze Nayir in. Di röportaja xwe ya dawî de wiha bang kiribû.

Berxwedanên Rêveberiyên Xweser, bersiveke bû ji siyasetên îmhayê yên dewleta Tirk re. Berxwedanên Rêveberiyên Xweser ku ji Vartoyê destpêkir, Botan, Mêrdîn û Amed jî girtin nava xwe û li hemû Kurdistanê belav bûn. Berxwedanên Rêveberiyên Xweser mohra xwe li salên 2015-2016’an dan.

Dewleta mêtînger, ji bo gelê ku vîna Rêveberiyên Xweser derxistine holê dîl bigire, destpêkê êrîşî jinan kir.

Di nava wan jinan de sê jinên rêveber hebûn; Sêvê, Pakîze û Fatma…

Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demir, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Slopiyê Pakîze Nayir, di 4’ê Çileya 2016’an de, ji aliyê dewleta dagirker ve hatin qetilkirin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku Sêvê, Pakîze, Fatma û ciwanê bi nayê Îslam Atak ê li cem wan ji aliyê erebeya zirxî ya polîsan ve hatine gulebarankirin. Destpêkê herçar birîndar bûne, paşê jî hatine qetilkirin.

Rêvebera doza mafdar: Pakîze Nayir

Pakîze 24 salî bû. Li navçeya Slopîyê hat dinê û li wir mezin bû. Di temenê biçûk de barê malê yê madî û manewî girt ser milê xwe. Bi salona kuafêrê ya ku vekirî piştgirî dida malbata xwe û li aliyê din jî erkê Hevserokatiya Meclisa Gel a Slopiyê girt ser milê xwe. Bû rêvebera doza mafdar a gelê xwe.

Dewleta Tirk, di bin navê “Plana Çokşikandinê” politikaya qirkirinê li dijî gelê Kurd dabû destpêkirin. Li dijî vê jî gelê Kurd Berxwedana Rêveberiya Xweser dan destpêkirin. Pakîze Nayir jî di nava vê berxwedanê de cih girt. Wek rêvebera gel, mal bi mal, kolan bi kolan bû parçeya berxwedanê.

Ji girtîgehan ber bi eniyên pêş: Sêvê Demir

42 salî bû. Li gundê Şûtê yê navçeya Savûr a Mêrdînê ji dayîk bû. Hîn di temenê biçûk de zilma dewletê nas kir. Ji ber heman zilmê ji warê xwe hat mişextîkirin (surgûnkirin). Li bajarê Tirkiyê Manîsayê mezin bû, piştre vegeriya ser axa xwe û di Şaxê Jinê yê Hadep’ê de bi aktif dest bi siyasetê kir.

Di sala 2009’an de hat girtin û 5 sal di girtîgehê de ma. Dema di girtîgehê de bû, di sala 2012’an de 68 roj beşdarî greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bû.

Piştî ku ji girtîgehê derket, têkoşîna xwe berdewam kir. Di Adara 2015’an, di xebatên amedekariya 4’emîn Çalakiya Navnetewî ya Meşa Jinên Cîhanê ya li Nisêbînê pêk hat de, cih girt.

Di Berxwedana Rêveberiyê Xweser de derbasî Botanê bû.

Aşiqê axa Botanê bû, li ser wê axê rêveberî xebatên jinê re kir û di êniyên pêş ên Berxwedana Rêveberiya Xweser de cih girt.

Xebatên Jin ên Rêveberiya Xweser: Fatma Uyar

28 salî bû. Li qurnata Çiyayê Gabarê, li gundê Dûhokê ji dayîk bû. Ji ber zextên dewleta Tirk neçar man ji gundê xwe derbikevin û bi malbata xwe re koçî navenda bajarê Şirnexê kirin.

Di salên 2000’î de li Şirnexê beşdarî têkoşîna siyasî bû û destpêkê tevlî xebatên ciwanan bû.

Di 2009’an de hat girtin û 3 sal û nîv girtî ma. Piştî hat berdan li Botanê dest bi xebatên xwe kir. Bi awayek aktif beşdarî Berxwedana Rêveberiya Xweser bû. Li Slopiyê wek Endama Kongreya Jinen Azad (KJA) xebatên jinê dimeşand.

Sêvê, Fatma û Pakîze bûn sembolên Berxwedana Rêveberiya Xweser ya ku merheleyek serhildanên li dijî dagirkeriya Tirk li Kurdistanê, bû. Wan jî wek ên ji berî xwe û ji piştî xwe, mirasek giring ji têkoşîna jinê re hiştin.

‘Sê Jinên Azad’, berxwedana sê jinên aşiqê azadiyê; Xwişkên Mîrabel ên ku dîktatoriya faşist a li Komara Domînîk, di 25’ê Mijdara 1960’an qetilkirin, li bîr anî.

Berxwedana sê jinan; Mirasê sê jinên di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatîn qetilkirin, yek ji damêznerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan a KNK’ê Leyla Şaylemez, tîne bîra mirov.

Û li Kurdistanê berxwedana jinê bi qîra ‘Sê Jinên Azad’ didome.

Wek Hevseroka Pariya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, Endama Meclisa Edaletê Eqîde Elî Osman (Yadê Eqîde) û şervana YPJ’ê Amara Rênas ku ew jî dema li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê liberxwedidan, hatin qetilkirin.

Ji ber ku desthilatdariya mêtînger a faşîst a zilam-dewletê, ji berxwedana jinê ditirsin destpêkê êrîşî jinê dikin.

Jiber yên ku serî ji dewleta faşîst a zilam ku bi serîtewandinê teger dike, natewînin tenê jin in. Tenê jin dikarin desthilatdariya wan birûxînin.

Bi mirasê berxwedanê û heskirina azadiyê…

Back to top button