Arşîv

Jinên Şehbayê: Em ê heta şikandina tecrîda li ser Ocalan têkoşîna xwe bidomînin

Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir, jinan tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza berdana wî kirin.

Dehan endam, rêveberên meclisan û jinên gundê Kefernaya ya girêdayî navçeya Ehres a kantona Şehbayê kom bûn û wêneyên Abdullah Ocalan hildan.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Endama Rêveberiyê li Mala Jin a kantona Şehbayê Welaa Hesen ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

21 sal e li ser dîlgirtina Abdullah Ocalan ku ji ber komployeke navneteweyî hatiye girtin û dewletên Ewropî û herêmî beşdarî komployê bûn û 15`ê Sibata 1999`an ew radestî Tirkiyê kirin, derbas dibin.

Hikumeta Erdogan a faşîst tecrîda li ser Abdullah Ocalan zêde kiriye, bi rêya qedexekirina parêzerên wî hevdîtina wan û taybet piştî nameya rêber a dawî ku behsa dawîbûna aloziyan dike û çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn dike, her wiha kilîta çareseriyê ji hemû Rojhilata Navîn li gel wî heye li ser esas biratiya gelan û jiyana hevbeş.

Kesî li bangên Rêber Apo guhdar nekir û xwest ku bi zimanê şer bikin a diyalogê, ku hikumeta Erdogan êrişên xwe li herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirin, her wiha Rêber Apo di zindana Îmralî de rastî zextan û tecrîda giran tê.

Ramanên rêber û felsefeya wî gihaşt hemû pêkhateyan, gel baweriya xew bi fikr û felsefe û projeya netewa demokratîk tîne.

Em wek jinên kantona Şehbayê yên Ereb, Tirkmen û Kurd bi îradeya xwe ya azad bi tundî siyasetên Erdogan şermezar dikin, tecrîda giran êdî derheqê hemû gelên bindest e, em ê têkoşîn û çalakî û berxwedana xwe dewam bikin heta ku tecrîd bê şikandin.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdana lezgîn ji bo dawîkirina vê tecrîdê bikin da ku ew rola xwe di dawîkirinaa şeran de bilîze.

Daxuyanî bi dirûşmeyên banga azadiya Abdullah Ocalan bidawî bû.

Back to top button