Arşîv

Roj Dêrsim: Armanca me di sala 2020‘an de rizgarkirina jinan ji zulmê ye

Bi pêvajoya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jinan di her qadan de, sivîl, siyasî û doplomasî girtin û pêşengiya civakê kirin. Jinan di sala 2019‘an bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) serkeftinên mezin bidest xistin, çeteyên DAIŞ‘ê li tevahî herêmê têk birin. Ev gav bandoreke erênî li tevahî civakan kir.

Endama Fermandariya YPJ‘ê Roj Dêrsim rola YPJ‘ê û serkeftinên ku di sala 2019‘an de bi destxistine, her wiha rêjiya tevlêbûna nava YPJ‘ê de, nirxand.

Roj Dêrsim di destpêka axaftina xwe de got: “Piştî tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya tevlêbûna jinên ciwan a nava YPJ‘ê zêde bû. Bi taybet ji herêmên ereban wekî Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê.

Roj, destnîşan kirin ku civaka erebî ji ber zulma çeteyên DAIŞ‘ê gelek azar kişandin, jin qurbaniya yekemîn bû û wiha domand: “Jin hatibûn kolekirin ji mafên xwe bê par hatibûn hiştin. Lê piştî rizgarkirina van herêman ji aliyê Hêzên Sûriye Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin ve jin maf û rêgezên xwe nas kirin. Ev yek hişt ku jinên ciwan bi coş tev li refên Yekîneyên Parastina Jin bibin.”

Roj Dêrsim anî ziman ku sala 2019‘an sala serkeftinê bû û wiha pê de çû: “Em sala 2019‘an bi serkeftinên mezin oxir dikin û pêşwaziya sala 2020‘an dikin. Armanca ma di sala 2020‘an de xwenaskirin û naskirina cewherê jinê ye. Her wiha berxwedana me ya li dijî tevahî êrişên derve û yên hundirîn berdewam e. Têkoşîna me ya li hemberî zihniyeta desthilatdar wê dewam be heta tevahî jin werin rizgarkirin. Her tim bi îrade û îsrareke mezin em ê hemû jinan, zulm û pişaftin û azaran rizgar bikin.”

Endama Fermandariya YPJ‘ê Roj Dêrsim di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir û got: “Têkoşîna me berdewam e, em soza bi şehîdên xeta azadî û rûmetê re dûbare dikin. Şehîdên ku bi xwîna ya pîroz ev ax av dan wekî Hevrîn, Amar, Sara û gelek mînakên wan ên bûne sembola berxwedan û fedekariyê. Em dibêjin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin û xeta wan temam bikin heta armancên wan bi cih werin.”

Back to top button