Arşîv

Rêveberiya Jinan a Tebqayê plansaziya xwe ya salane eşkere kir

Bi dirûşma “Bi rihê jinan ê neteweyî û siyaseta berxwedêr, dê vîna jinên azad bi ser bikeve” Rêveberiya Jinan a Herêma Tebqayê civîna xwe ya salane ya duyemîn ji meclis û malên jinan ên li Tebqa û gundewarên wê re li dar xist.

Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê li dar ket û nûnerên Kongreya Star, Rêveberiya Jinan a Reqayê, Rêveberiya Jinan a Dêrazorê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, YPJ, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û bi dehan jinên gundewarên Tebqayê tev lê bûn.

Li hola civînê wêneyên şehîd Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Hevrîn Xelef û Hena Seqir, pankartên “Dagirkerî tundî ye”, “Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin”, “Jina azad sembola têkoşîn û berxwedanê ye” û “Dewleta Tirk a dagirker gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bêdengiya navdewletî de qetil dike” hatin daliqandin.

Di civînê de rêvebera Rêveberiya Jinan a Tebqayê Radya El-Ebid rapora salane ya Rêveberiya Jinan a Tebqayê xwend. Tê de çalakiyên ku rêveberiyê di salekê de pêk anîne û projeya sala bê hat xwendin.

Ji çalakiyên herî girîng ku Rêveberiyê di salekê de pêk anîne, mîna lidarxistina Konferansa 1’emîn a Jinan, lidarxistina komxebata rûspiyên jin ên eşîrên Firatê, serdana zêdetirî 3 hezar û 50 jinên herêmê, lidarxistina 129 forumên zanebûnê, ji nû ve sazkirina meclis û Dora Jinan û zêdekirina rêveberiyan li Rêveberiya Jinan.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê plansaziya xwe ya sala bê eşkere kir. Tê de zêdekirina foruman a bi çavdêriya Komîteya Perwerdeyê, lidarxistina danişîn û forumên diyalogê ji rûspiyên jin ên eşîrên Ereb re û vekirina dewreyên xwendinê ji nexwendiyan re hene.

Civîn bi pêşandana sînavîzyoneke biçûk a xebatên Rêveberiya Jinan a Tebqayê û komîteyên girêdayî wê, bi dawî bû.

Back to top button