Arşîv

Kongreya Star bang li rêxistinên hiqûqî kir: Zextê li Tirkiyê bikin da ku tecrîdê rake

Ji 15’ê Sibata 1999’an ve, dewleta Tirk tecrîd li dijî rêber Abdulalah Ocalan ferz kiriye. Siyaseta dewleta Tirk der barê tecrîdkirina Ocalan de li tevahî parçeyên Kurdistanê û ji aliyê sazî û kesayetên serbixwe li tevahiya cîhanê ve rastî şermezarkirinê tê.

Di çarçoveya şermezarkirina bênavber a tecrîdê de buroya Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê îro daxuyaniyek weşand.

Endamên Kongreya Star, tevahî buroyên jinan ên meclisên taxê û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêş Buroya Meclisa Sûriya Demoratîk a Şêxmeqsûd a rojhilat, hat dayîn.

Rêvebera Buroya Têkiliyan a PYD’yê Selwa Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Zêdetirî 20 salan e hikumeta Erdogan tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Da ku gelê berxwedêr ê ku hêz, fikr û felsefeya xwe ji rêber digire, dûr bixe. Her wiha jî nahêle parêzerên Ocalan û desteya HDP’ê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Hedefa bingehîn ji tecrîdê, felckirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê û şikandina berxwedana gelê me ye.

Lê fikra Ocalan di nava tevahî gelên azadîhez û demokratîkhez de û her wiha jî di nava gelên ku azar ji modela dewleta qewmî û navendî kişandine de jî, belav bûye.

Di dawiyê de, em bang li rêxistinên hiqûqî, kesayetên serbixwe û aştîhez dikin ku bi erkên xwe li hember rêberê neteweyî rabin û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ku wî serbest berdin.”

Back to top button