Arşîv

Têkoşîn, şer û berxwedana YPJ’ê ya sala 2019’an

YPJ’ê der barê têkoşîna xwe ya sala 2019’an de panoramayek weşand û tê de wiha hate gotin: “Di encama şer, têkoşîn û berxwedana vê salê de hêzên me careke din di eniyên herî pêş êb berxwedanê de fedakarî û lehengiyeke mezin raber kirin.

Li ser wê bingehê;

– Li Dêrezorê, di pêngava şerê tunekirina DAIŞ’ê de hêzên me di şexsê hevrê Amara û Guneş de lehengî û fedakariyeke mezin kiriye û cihê xwe di pêngavê de girtiye.

– Di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de 52 jin û 178 zarokên êzidî, bi pêşengiya hêzên me û QSD’ê hatine rizgakirin.

– Li gelê vê bi sedan jin û malbat ji çeteyên DAIŞ’ê hatin xilaskirin.

– Her wiha piştî lidarxistina konferansa YPJ’ê ya 2’yemîn, li ser bingeha ji nû ve avakirinê hêzên me bi dehan dewreyên perwerdeyê vekirin û bi serkeftî bi dawî kirin.

– Hêzên me bi moral û biryardariyeke mezin ji 9’ê Cotmehê heya niha di hemû eniyên şerê parastina rûmetê de cihê xwe girtiye û li ber xwe daye.

– Di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de û her wiha di şerê Berxwedana Rûmetê de 72 şervanên me bi rihê fedayî li ber xwe da û gihîştine mertebeya şehadetê.

– 3 Şervanên me di encama şerê dagirkeriya dewleta Tirk de dîl ketin destê çete û leşkerên artêşa Tirk.”

YPJ’ê sala 2019 ji bo xwe wek “Saleke tijî têkoşîn û berxwedan, ji ezmûna şoreşa azadiyê ya gelan hate bidawîkirin” pênase kir.

Di dawiya panaromayê de ji bo 2020’dan jî wiha ahte gotin:

“Em wek Hêzên Parastina Jinê (YPJ) li ser hîmê pêşketin û şerê di herêmê de pêk tê, xwe ji bo erk û berpirsyariyên sala 2020’an amade bikin. Ji bo rûmeta mirovahiyê û parastina jinan wê têkoşîna azadiyê û pêkanîna xewn û xeyalên hevrêyên me yên şehîd bibe armanca me ya têkoşîna vê salê. Ji bo xilasiya rûmeta mirovahiyê û parastina hemû jinan wê têkoşîna me ya azadiyê heta serkeftinê berdewam bike.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27