Arşîv

‘Em ê heta şikandina tecrîdê li ber xwe bidin’

Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo û Kongreya Star ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêbere Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Bimre hêzên komploger..Bijî berxwedana Îmraliyê’ meşek hate lidarxistin.

Bi dehan jinên ciwan, endamên Kongreya Star û saziyên civaka sivîl ên navçeyên û gundewarên wê beşarî meşê bûn.

Meş ji qada Jina Azad destpê kir, di meşê de wêneyên rêber Ocalan, pankartên bi nivîsên ‘Bi rihê ciwanên şoreşger em ê tecrîdê bişkînin, em jinên ciwan em ê li dijî tecrîdê serî hildin’ û alên jinên ciwan û kongreya star hatin hildan.

Xwepêşandêran sloganên ‘Bê serok jiyan nabe, na ji tecrîdê re, bijî berxwedana Îmralî, hilweşa komploya navdewletî’ “berz kirin û li qada Şehîd Cîhad a naverasta navçeyê sekinîn.Xwepêşandêran li qadê deqak rêzgirtin sekinîn.

Li ser navê Kongreya Star Ahîn Şerîf axivî û got: “Em tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, em ê li dijî tecrîdê bisekinin, ji ber tecrîd rêberê gelê Kurd û gelên herêmê dike armanc. Desthilatdariya Tirkiyê roj bi roj tecrîda li dijî rêber Ocalan tundtir dike. Nexasim di van demên dawîn de ku cezaya dispilînê li rêbertî birîne, em jî vê yekê red dikin.”

Ahîn Şerîf di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê heta şikandina tecrîdê li ber xwe bidin, em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Gelê Kurd bi berxwedana xwe têne naskirin û isbata wê jî sekna me ya îro ye. Em hêza xwe ji rêberê xwe Ocalan digirin.”

Xwepêşandan bi sloganên ‘Berxwedan jiyan e’ bi dawî bû.

Back to top button