Arşîv

Ji YPJ`ê li Reqayê daxuyaniya dîrokî

Di daxuyaniya ragihandina rizgariya Reqayê de hat gotin:”Li paytext û li nava dilê wan, me derba herî mezin li terorê da. Me bi vê berxwedana xwe rûmeta jina Êzidî vegerand. Me bi dehan keç û zarokên Êzidî yên dîl azad kirin.”

reqa-daxwiani-ypj-%e2%80%ab1%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac-300x169

Daxuyaniya ragihandina rizgarkirina Reqayê, ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ve li meydana El Neîm a li Reqayê hate dayin.

Qada daxuyaniyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG, QSD, YBŞ û YJŞ’ê hate

xemilandin.REQA-DAXWIANI-YPJ ‫(1) ‫

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah beriya daxuyaniyê bide çapemeniyê, rizgariya Reqayê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû şehîdan û gelan pîroz kir.

Nesrîn diyar kir, ku ji bo rêzdariya ji gelê Ereb re, ew ê daxuyaniya xwe bi zimanê Erebî bixwîne.

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka  Giştî ya YPJ’ê Nesrîn Ebdullah ve hate xwendin wiha ye:

“Rejîma desthilatdariya mêr  ku ji her alî ve hewl da jiyana mirovan kontrol bike, temenê xwe li ser zêdekirina nakokî û sorkirina şer dirêj kir. Ev rejîm di her pêvajoyên aloz û krîtîk de, her tim hewl da bi rijandina xwînê xwe xelas bike. Herî zêde jinan berdêla vê siyaseta şerxwaz dan.

Dîroka jinê ku li gel êş û zehmetiyan, bi têkoşîn û berxwedanê tije ye, roja 4’ê Nîsana 2013’an bi avakirina Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) derbasî qonaxeke nû bû.reqa

Bi vê gava dîrokî re, YPJ’ê berpirsiyariya dîroka berxwedana jinê girt ser milê xwe û bû destpêka bidawîkirina êşên jinan.

Êdî jin li qadên siyasî, civakî, çandî û leşkerî bi temamî xwe ji bin desthilatdariya mêr rizgar kir û bû hêza mezin a çareserkirina pirsgirêk û aloziyan.

Jin bûn çavkaniya bedewiya jiyanê û asta bilind a afirandina exlaqê.

Avakirina yekîneyên me ên jinê, ji bo tevgera li Sûrî bersivek bû. Wek tê zanîn derketina komên terorîst ji Ehrar El Şam bigrin heta El Nûsra û herî dawî DAIŞ, ji bo gelên Sûrî bi giştî û ji bo jinê bi taybet gefek mezin bû.

Di yekemîn şerê me yê li dijî komên terorîst de, hevrêya me Warşîn li ser xeta azadiya jinê berxwedaneke mezin nîşan û şehîd bû. Ji wê rojê ve, yekîneyên me ji bo tevahiya jinên Sûrî bûn hêviya azadiyê. Ji wê rojê ve jina Sûrî ket nava hewldan û tevgera ku bibe xwedî kesayetek şoreşger.REQA-DAXWIANI-YPJ ‫(39125506) ‫

Eger îro nifşeke nû ya jinên têkoşer derketibe holê, ev encama wê berxwedanê ye.

reqa-daxwiani-ypj-%e2%80%ab39125507%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac-620x364

Êdî jin bûye misogeriya parastina li ser xeta şoreşgerî.

Yekîneyên me ku ji destpêkê ve bûne hêza pêşeng a şerê li dijî terorê, bi biryardarî ev berxwedan dewam kirin.

Arîn Mîrkan bû sembola serketin û canfedayiyê.

Şehîdên me Şevîn, Sozdar, Hebûn, Silava, Zozan û bi dehan jinên din ên leheng peyam dan ku ew ê meşa azadiyê ya jinan qet raneweste.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ji bo yekîneyên me xwedî girîngiyeke mezin a îdeolojîk û stratejîk bû.

Şervanên me ji destpêkê ve bi roleke çalak rabûn. Me mil da milê hevalên xwe ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Yekîneyên Parastinê yên Jinê di pêngava Reqayê de bûn hîmê hevgirtina jinên ji hemû pêkhateyên Sûrî. Li çeperên parastin û berxwedanê hevgirtina jinên Kurd, Ereb û ên pêkhateyên din, bû hîmê xwişk û biratiya gelan.

Li ser vî esasî, yekîneyên me bi îradeyeke mezin cihê xwe di eniyên şer û berxwedanê de girtin.

reqa-daxwiani-ypj-%e2%80%ab39125506%e2%80%ac-%e2%80%ab%e2%80%ac-300x169

Li paytext û li nava dilê wan, me derba herî mezin li terorê da. Me bi vê berxwedana xwe rûmeta jina Êzidî vegerand. Me bi dehan keç û zarokên Êzidî yên dîl azad kirin.

Di vê pêvajoyê de jina Ereb bi tevlîbûna nava refên YPJ’ê û paşê avakirina 2 tabûrên jinan li Reqayê, bi awayekî çalak cihê xwe di şer û berxwedanê de girtin.

Di berxwedana rizgariyê de, Taburek ji Yekîneyên Jinên Şengalê jî beşdarî şerê tolhildanê bûn.

Di pêvajoya rizgarkirina Reqayê de, me 450 hezar sivîl ji zilma terorê azad kirin û ew li deverên ewle bicih kirin.

Di berxwedana dîrokî de 30 şervanên me ên jin şehîd bûn.”

Back to top button